Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdana ji bo parêzer Aytaç Unsalî qebûl nekiriye. Parezerên Aytaç Unsalê daxwaz kiribûn ku biryara tedbîrgirtinê ji bo Unsalî were dayîn. Unsal bi daxwaza “dadgehkirineke adilane” 212 roj in rojiya mirinê digire.
DMMEyê di biryara xwe de gotiye ku divê dewlet, daxwaza Unsalî ya dibêje bila doktorên serbixwe min kontrol bikin, bicih bîne.
Bixwîn - Cenazeyê Ebrû Tîmtîkê hatiye binaxkirin
Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) derbarê mijarê de li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ev daxuyanî weşandiye:
“Hemû saziyên darazê berpirsiyar in”
“Serlêdana bi daxwaza wergirtina tedbîran a ji bo rewşa tenduristiyê ya Aytaç Unsalî li DMMEyê biencam bûye. Dadgehê digel ku zanîbû Ebrûyê can daye, serlêdana ji bo Aytaçî qebûl nekiriye.
“Digel ku raporên nexweşxaneyê û Yekîtiya Doktoran dibêje pandemî rîskên zêdetir derdixe holê û bandorên neyênî yên qawîşa girtiyan heye, dadgehê bêyî behsa van dokumanan bike, gotiye xetereya jiyanê ya nêz ji bo Aytaçî nîne û serlêdan qebûl nekiriye.
“Beriya ku Ebrû can bide bi demeke kurt, Dadgeha Destûrî jî gotibû xetereyeke jiyanî ya nêz nîne. Ji niha û pê de heke tiştekî neyênî were serê Aytaçî, beryirsiyarî ya hemû saziyên darazê ye ku tiştên hewce pêk neanî ne.”
Çi bûbû?
Bi daxwaza dadgehkirineke adilane parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal dest bi girtina rojiya mirinê kiribûn. Tîmtîk li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Dr. Sadi Konukî, Unsal jî li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Kanuni Sultan Suleymanî tên girtin. Her du nexweşxane jî nexweşxaneyên pandemiyê ne.
Bi tohmeta endamtiya rêxistinê 13 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Ebrû Tîmtîkê, 10 sal û 6 meh jî li Aytaç Unsalî hatibû birîn. Doza ku parêzerên ÇHDyî tên dadgehkirin li ber destê Dadgeha Bilind e.
Di 10ê Tebaxê ji bo Tîmtîk û Unsalî parêzeran serî li Dadgeha Destûrî dabûn.
Dadgehê gotiye ku rewşa tenduristiya her du parêzerên di rojiya mirinê de, ne di asta xetereyê de ye û serlêdana wan qebûl nekiribû.
Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê di 30ê Tîrmehê de ji bo her du parêzeran rapora xwe aşkere kiribû û gotibû ku “ne guncav e li girtîgehê bimînin.”