Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Danişîna Hevserokê HDPyê yê kevin Selahattîn Demîrtaşî li 16emîn Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) pêk hatiye.
Başak Demîrtaş hevjîna Demîrtaşî û Sezaî Temellî, Hevserokê Giştî yê HDPyê jî li bajarê Strasbourgê yê Fransayê beşdarî danişînê bûne.
Parêzer Prof. Dr. Başak Çali, Dr. Kerem Altiparmak, Mahsûnî Karaman, Benan Molû, Ramazan Demîr û Aygul Demîrtaş li ser navê Demîrtaşî beşdarî dadgehkirinê bûne.
Daîreya Mezin a ku ji 17 dadweran pêk hatiye, him li hikûmeta Tirkiyeyê û him jî li parêzerên Demîrtaşî guhdar kiriye.
Heyeta dadgehê her weha wê li nêrîna saziyên weke Komîseriya Mafên Mirovan a Ewropayê guhdar bike ku bûne midaxilê dozê. Çavlirê ye ku dadwer di rojên pêş de biryara xwe aşkere bikin.
Parêzerên Demîrtaşî dest bi axavtinê kirine
Dadgehkirinê bi pêşkêşiya paraznameya parêzerên Demîrtaşî dest pê kiriye:
“Mijara vê doza ku îro li vir tê nirxandin, bêdengkirin û cezakirina mixalefeta li Tirkiyeyê ya bi rêya darazê ye. Demîrtaş parêzerekî mafên mirovan e. Lê îro ew bi xwe bi binpêkirinên mafan re rû bi rû maye.
“Ev doz tenê ne derbarê wî tiştî de ye ku Demîrtaş ji azadiya xwe hatiye mehrûmkirin. Di heman demê de bê wê DMME çawa li wî tiştî dinêre û dibersivîne ku li Tirkiyeyê ji bo bêdengkirin û cezakirina mixalefetê daraz tê bikaranîn.
“Di rastiya vê dozê de ew tişt heye ku Demîrtaş bi armancên siyasî ji azadiya xwe hatiye mehrûmkirin û daraz jî xizmetê ji vê armancê re dike. Benda herî bilind a Ewropayê, li Tirkiyeyê. Beriya sala 2015an ti partiyeke ku mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurdan xistibe rojeva xwe karibe ev bend derbas kiribe, nîne. Lê HDPya ku Demîrtaş jî bûye Hevserokê wê, di vê de bi ser ketiye.
Çi bûbû?
Demîrtaş ji 4ê Çiriya Paşîn 2016an ve li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê tê girtin. Dosyeyên lêpirsînayên derbarê wî de ji bilî yekê hemû di dozekê de hatine komkirin.
Doz ji Amedê bi hênceta “ewlehiyê” şandibûn Enqereyê. Doz li 19emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê berdewam dike. Ji bo berdanê parêzeran serî li dadgehên herêmî dabûn. Hemû serlêdan hatine redkirin. Li ser vê yekê parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn. Di 29ê Gulana 2018an de daxwaz ji Dadgeha Destûrî hatibû kirin ku serlêdan bi lez û bez bê nirxandin. Lê Dadgehê bersiv neda serlêdanê. Li ser vê yekê parêzeran dosyeya Demîrtaşî birine DMMEyê û serlêdan kirine.
Piştî serlêdana DMMEyê ji doza duyemîn a ku Demîrtaş dihat darizandin biryar derketibû. Dadgehê di 7ê îlona 2018an cezayê girtinê li Demîrtaşî û parlamenterê HDPê yê berê Sirri Sureyya Onderî birîbû. Dadgeha Stenbolê 4 sal û 8 meh ceza dabû Demîrtaşî. Dadgeha Îstînafê cezayê Demîrtaşî erê kiribû. Di vê navberê de DMMEyê girtina Demîrtaşî weke neheqî dîtibû û ji Tirkiyeyê xwestibû ku Demîrtaş bila demildest were berdan. 19emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê daxwaza DMMEyê red kiribû û xwestibû ku girtî bimîne.
Parêzerên Demîrtaş li ser vê yekê ji bo doza Demîrtaşî dîsa were lêkolînkirin di Sibata 2019an de serî li Daîreya Mezin a DMMEyê dabûn. Hikumetê daxwazname dabû û xwestibû DMME ji nû ve biryara binpêkirinê binirxîne. (TP/FD)
Fotograf: Demirtaş'ın Savunması / Twitter
* Çavkanî: Mezopotamya Ajans