Di dema qedexeya derketina kolanan a di navbera 2015-2016an a li navçeya Cizîrê ya Şirnexê de 137 kes miribûn. Têkildarî binpêkirinên mafan ên di dema qedexeya derketina kolanan de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatibû dayin.
Danişîna serlêdanan di 13ê Mijdara 2019an de hatibû lidarxistin. DMMEyê têkildarî danişînê biryara xwe dabû û ji bo dozê gotibû “Nayê qebûlkirin.”
Piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) doz nepejirand, parêzeran dîsa serî li DMMEyê dan. DMMEyê bi danezaneke di 22ê de Gulanê re ji Tirkiyeyê parastin xwest.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê parêzerên dosyayê Ramazan Demîr, têkildarî mijarê ev agahî parve kiriye:
“Dosyayên qedexeyên derketina kolanan û jêrzemînên Cizîrê dîsa di rojeva DMME’yê de ne. DMME’yê bi biryara xwe ya sala 2019’an re biryar dabû ku xwe li benda pêvajoya AYM’ê were girtin. Piştî biryara redkirinê ya AYM’ê, me dîsa serî li DMME’yê da. DMME’yê di danezana xwe ya 22’yê Gulanê de dîsa ji hikûmetê parastin xwest.”
DMMEyê xwest ku Tirkiye bersiva van pirsan bide:
“* Mafê jiyanê yê xizmên serlêdêran, di çarçoveya xala 2’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de, di dema operasyonên leşkerî yên di pêvajoya qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê de, ji ber bikaranîna hêzê ya ji hêla dewletê ve hatiye binpêkirin an na?
* Rayedarên ewlehiyê yên plansaziya operasyonê kirin û birêve birin, ji bo parastina jiyana sivîlan bi hişyarî tevgeriyane yan na? Bi taybet jî di dema destpêkirin û domandina operasyonan de, ji bo parastina sivîlan li herêmê tevdîrên pêwîst hatine girtin an na?
* Dewletê, di çarçoveya parastina jiyana xizmên serlêdêran de, bi nedayîna alîkariyê ya ji bo gihandina alîkariya tibbî – bi taybet jî bi astengkirina ambulansên ji bo birîndarên di jêrzemînê de hatine şandin re - gelo xala 2’yemîn a Peymanê binpê kiriye yan na?
* Meqamên peywirdar ên dewletê heta demekî dirêj birîndarên banga alîkariyê dikirin dan sekinandin, hin ji van birîndaran piştre jiyana xwe ji dest dan û di hinek bûyeran de jî birîndar şewitandin û rê li ber mirina wan vekirin. Gelo ev yek, di mijara binpêkirina mafê jiyanê de yekser berpirsyartiya dewletê bi xwe re tîne yan na?
* Di çarçoveya parastina mafê jiyanê ya ji hêla usûlê ve, lêpirsînên hiqûqa navxweyî yên têkildarî mirinên li Cizîrê, li gorî xala 2’yemîn a PMME’yê bi awayekî bandor, bêalî û şefaf hatiye kirin an na?
* Helwesta meqamên edlî ya Tirk ya li dijî mirina xizmên serlêdêran, gelo berpirsyartiya rayedarên dewletê ya di bûyerê de derxistiye holê yan na? Gelo mirov dikare bibêje sererastkirinên ku mafê jiyanê misoger dike bi awayekî bandor hatine cîbicîkirin?
* Lêpirsîn an jî pêvajoyên darazê - hem di qonaxa ewil a bûyerê de hem jî di qonaxa AYM’ê de - biqasî tê xwestin bilez, bi cidiyet û bêalî hatiye meşandin?
* Meqamên dozgeriyê yên lêpirsîn meşandin, gelo ji bo ronîkirina bûyerê, hemû delîlên şênber ên li ber destê xwe û hemû derfet bi kar anîne?
* Lêpirsînên hatine meşandin, gelo ji bo parastina menfaetên rewa yên serlêdêran ên têkildarî bûyeran, çiqas dikariyan xwe bigihîninê?”
Çi bûbû?
Di 14ê Kanûna 2015’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin û 79 rojan berdewam kir. Di 7’ê Sibata 2016’an dema qedexe didomiya, 137 kes di jêrzemînên 3 avahiyan de asê man û tevek jî hatin şewitandin û qetilkirin. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), ji bo tiştên li wir qewimîn pênaseya “tabloya mîna qiyametê” kir.

