Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê doza Prof. Dr. İbrahim Kaboglu û Prof. Dr. Baskin Oranî de îro biryara xwe daye. Kaboglû û Oran sala 2004ê Rapora Kêmaran amade kiribûn û ji ber vê raporê rastî gefa mirinê hatibûn û gotinên nefretê li wan hatibû kirin. Digel vê rewşê kesên gef xwaribûn û gotin li wan kiribûn nehatibûn cezakirin.
DMMEyê biryara xwe li gorî xala 8em a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) daye ku derbarê “rêzgirtina li jiyana taybet û malbatî” de ye.
Tirkiye wê 7 hezar Euro ceza bide Kaboglu û Oranî.
“Di nivîsên rojnameyan de gefa kuştinê hatiye xwarin”
Parlamenterê CHPyê yê stenbolê, akademisyen û serokê wê demê yê Lijneya Şêwrê ya Mafên Mirovan a Serokwezîrtiyê İbrahim Kaboglu û Serokê Koma Xebatê ya Mafên Çandî û Mafên Kêmaran ê heman lijneyê û akademisyen Baskin Oranî, ji ber “Rapora Kêmaran” hatibûn dadkirin û beraet kiribûn.
Piştî ku rapor amade kiribûn, her du profesor jî rastî gefxwarinê û gotinên nefretê yên di medyayê de hatibûn.
Piştî gilîkirinê ji ber ku ti encam bi dest nexistibûn Kaboglu û Oranî doza xwe biribûn DMMEyê.
DMMEyê di biryara xwe ya îro de gotiye ku di nivîsên navborî de, gef û gotinên nefretê li hemberî Kaboglu û Oranî hatine bikaranîn.