Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo du serlêdanên derbarê Tirkiyeyê de biyara xwe daye û gotiye ku Tirkiyeyê mafê civîn û xwenîşandanan asteng kiriye. Li gorî vê biryarê Tirkiye li ser hev 8 hezar û 500 Euroyî hatiye cezakirin.
Biryarek derbarê serlêdana Hakim Aydinî de ye. Hakim Aydin di 15ê Çiriya Pêşiyê ya 2008ê de dema li Fakulteya Ziraatê ya Zanîngeha Dîcleyê dixwend, beşdarî çalakiyekê bûye ku tê de daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê hatiye kirin. Polîsan piştî çalakiyê bi rojekê ew desteser kirine.
Aydin çar rojan di jêpirsînê de mabû û polîsan hemû çalakiyên ku di nava salekê de beşdar bûye, jê pirsî bûn. Aydin bi tohmeta ku “propagandaya PKKyê kiriye” hatiye girtin û ji bo vî tiştî jî beşdarbûna wî ya di bernameya Newroza salek berê de delîl hatiye nişandan.
Di 22yê Kanûna Paşiyê ya 2009an de cara pêşiyê derketiye dadgehê û piştî sê mehan girtî maye tehliye bûbû. Di 6ê Gulana 2010an de dadgehê bi heman tohmetê 10 meh cezayê girtîgehê lê birîbû û cezayê wî hatibû taloqkirin.
DMMEyê duh ji bo serlêdana Aydinî biryar daye. Di biryarê de hatiye gotin ku Tirkiyeyê Xala 5em a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (mafê ewlehiyê û azadiyê de) û Xala 11em a heman peymanê (mafê civîn û xwenîşandanê) binpê kiriye.
Ji ber van binpêkirinan 2 hezar Euroyî cezayê pereyan li Tirkiyeyê hatiye birîn û Tirkiye vî pereyî bide Hakîm Aydinî.
Biryara duyem jî derbarê Newrozê de ye
Biryara duyem derbarê serlêdana Kemal Çetînî de ye.
Kemal Çetîn li Melezgira Mûşê di Adara 2007an de beşdarî bernameya Newrozê bûbû. Lê bi sedema ku bername saz kiriye, pankartên hatine amadekirin û sloganên hatine avêtin hatibû sûcdarkirin.
Çetîn jî di nav de 7 kes ji komîteya amadekar di Nîsana 2007an de îfade dabûn û bi tohmeta ku li dijî Qanûna Civîn û Meşên Xwenîşandan a Hejmar 2911ê derketine îdianame ji bo wan hatiye amadekirin.
Di Îlona 2008an de dadgehê bi tohmeta ku beşdarî çalakiyeke dijyasayî bûne, her yek ji wan sal û 3 meh cezayê girtinê li wan birîbû. Dadgeha Bilind di Gulana 2012an de ev ceza erê kiribû. Li ser vê biryarê, Kemal Çetînî serî li DMMEyê dabû.
DMMEyê duh biryara xwe aşkere kiriye û biryar girtiye ku Tirkiyeyê Xala 11em a PMMEyê (mafê civîn û xwenîşandanan) binpê kiriye û divê bi hezar û 500 Euroyî were cezakirin. (AS/FD)