Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ceylan Onkol keçek 12 salî bû ku dema wê heywanên xwe ji bo çêreyî biribû derve bi teqînekê miribû.
Malbata Ceylan Onkolê, Raif Onkol û Saliha Onkol li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) doz li dewletê vekir lê DMMEyê biryar da ku mafên mirovan nehatine binpêkirin.
Malbatê dabû zanîn ku ji bo dadkirinê tiştên pêwîst nayên kirin û Hevpeymana Mafên Mirovan a Ewropayê tê bin pê kirin.
Çi bûbû?
Ceylan Onkol di 28ê Îlona 2009ê de, li Gundê Sipênî yê Navçeya Liceyê ya Amedê bi teqînekê miribû.
Termê wê şeş sietan li cihê bûyerê ma.
Dozger ji ber neyîna ewlehiya canê xwe sê rojan neçû cihê bûyerê.
Raporên Cendirme û Emniyetê
Serdar Çelebî yek ji parêzerên Komeleya Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Wî di 2009ê de eşkere kiribû ku çêdibe Onkol bûbe armanca êrîşekê.
Hatibû eşkerekirin ku:
“Pê û destên Onkolê ji termê wê nebûye û çalek jî li cihê bûyerê nîne ji ber wê îhtimala bombeya çandî(mayin) kêm dibe.
Malbatê du caran serî li DMMEyê daye
Di sala 2010ê de, dadgehê biryar da dozê bike dozeka nehênî. Li ser vê yekê malbatê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabû.
Dozgerîyê xwest dem bi ser dozê re bibore
Şahidan dane zanîn ku bi topeka Hewan a ji Tapantepeyê hatî avêtin Onkol hatiye kuştin.
Dadgehê li ser vê yekê biryar da ku têra sûcdarkirina leşkerên hewan avêtîn delîl nînin.
Li Tirkiyeyê doz nehatiye vekirin, dozgerîyê xwest dem bi ser dozê re bibore.
Li ser kuştina Ceylan Onkolê hê jî li Tirkiyeyê ti doz nehatine vekirin. (AS/MB)