Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) biryar da ku leşker û polîsan di du operasyonan de, sê welatî bêdad înfaz kirine. Tirkiye dê ji ber ‘’binpêkirina mafê jiyanê’’ tezmînatê bide.
Malbatên Hûseyin Altin, Ibrahim Kılıç û Aşkın Gunelî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) dabûn û diyar kiribûn ku polîs û leşkeran dikarîn mirovên wan bi saxî bigirin lê wan piştî ew girtîn înfaz kirine.
DMMEyê biryar da Tirkiye bi ‘’binpêkirina mafê jiyanê’’ mehkûm e.
Leşkeran termê wî tazî kiriye
Cendirmeyan Aşkin Gûnel di 9ê Çileya Paşiyê ya sala 2004ê de li gundê [bi zimanê Tirkî] Aktûlûkê yê Dêrsimê di operasyonekê de fîşekek li ferşa teşka wî û fîşekek jî li serê wî daye û kuştiye.
Li gor raporên hêzên ewlehiyê, Gûnel yek ji endamên Partiya Maoîst a Komûnîst bû û di şerekê de hatiye kuştin.
Dêya wî Dondû Gûnelê dîyar kiriye ku leşkeran termê kurê wê tazî kiriye û di nav komeka qerebalix de bi wî awayî teslîmî wê kiriye.
Di 10ê Kanûna Paşiyê ya sala 2005ê de, Serdozgeriya Dêrsimê diyar kiriye ku çekdaran bi leşkeran re şer kiriye du leşker birîndar bûne yek hatiye kuştin û leşkeran ji bo ‘’parastina xwe’’ li çekdaran reşandiye û lêpirsîn sekinand.
Di 24ê Tebaxa 2005ê de dondû Gûnelê serî li DMMEyê da û da zanîn ku leşkeran dikarî bi saxî kurê wê bigire, wan ew ji lingê wî birîndar kiriye û paşê fîşekek li serê wî daye û kuştiye.
DMMEyê biryar daye ku Tirkiyeyê xala 2. a Hevpeymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kiriye û dê 20 hezar Euroyan wek tezmînata me’inevî bide Dondû Gûnelê.
‘’Piştî hatîn girtin hatine kuştin’’
Hûseyîn Altinê birayê Esma Altina li Amedê dijî û Îbrahîm Kiliçê birayê Îsmaîl Kiliçê li Aksarayê dijî di operasyonên li ser PKKyê yên polîsan de hatine kuştin.
DMMEyê eşkere kir ku lêpirsîneka kêrhatî li ser dozan nehatine kirin. Tirkiye dê ji bo her yek ji Esma Altin û Îsmaîl Kiliçî 10 hezar Euro wek tezmînata me’inewî bide. Dê bi temamî 4 hezar Euroyan jî ji bo mesrefên dadkirinê bide wan kesên navborî. (AS/MB)