DMME: Nabe axavtina Newrozê were cezakirin
![DMME: Nabe axavtina Newrozê were cezakirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/234/290/original/newroz.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di biryara xwe de gotiye ku nabe axavtina Newrozê were cezakirin.
Rojnameger Halîl Îmrek di sala 2006an de li Edeneyê weke rêveberekî Partiya Kedê (EMEP) di pîrozbahiyên Newrozê de axivîbû.
Îmrek di Nîsana 2006an de bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” hatibû desteserkirin. Beşdarbûna wî ya pîrozbahiyên li Edeneyê yên di 18ê Adara 2006an û ya li Osmaniyeyê ya di 19ê Adara 2006 weke delîlên vê tohmetkirinê hatibûn nişandan. Îmrek ji ber vê sedemê hatibû girtin.
Piştî mehekê doz li Îmrekî hatibû vekirin û li gorî Xala 7/2yê ya Qanûna Dijterorê ew hatibû dadgehkirin.
Halîl Îmrek di Tîrmeha 2006an de tehliye bûbû û di 16ê Îlonê de dadgehê salek cezayê girtîgehê lê birîbû. Dadgeha Bilind ev ceza di Kanûna Paşiyê ya 2012an de erê kiribû.
Îmrekî serî li DMMEyê dabû û gotibû ku “mafê min ê azadiya xweîfadekiriniyê hatiye binpêkirin.”
DMMEyê di 10ê Çiriya Paşiyê ya 2020an de biryar daye û gotiye ku bi vî cezayê azadiya xweîfadekirinê ya Halîl Îmrekî hatiye binpêkirin. (AS/FD)
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket
![Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket](https://static.bianet.org/haber/2023/10/03/gazeteci-aysenur-arslan-ifadeye-goturuluyor.jpg)
Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin
![Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/284/275/original/44bb.jpg)
Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim
![Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/283/600/original/celalettin-can-tutuklama.jpg)
DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye
![DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/280/248/original/66bb.jpg)
Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
![Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/274/869/original/hatay.jpeg)