Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Siyasetmedaran biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê de nirxand û li ser medyaya civakî kampanyayek bi navê “#BilaBiryaraDMMEyêPêkBînin” (#AİHMkararınaUyulsun) hatiye dest pê kirin.
Bixwîne - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê: Bila Demîrtaş bê berdan
Kati Piri, Raportora Tirkiyeyê ya Parlamentoya Ewropayê (PE) li ser Twitterê nivîsiye ku “Biryara DMMEyê zelal e. Divê Demîrtaş demildest bê berdan. Girtina wî ne hiqûqî lê siyasî ye.”
Serokomar Recep Tayîp Erdoganî li ser biryarê gotiye, “Biryarên DMMEyê me eleqedar nakin. Heta niha biryarên derbarê rêxistinê de her li dij bûne. Li hemberî wê gelek tiştên ku divê bên kirin hene. Em ê gavê li hemberî vê bavêjin, wî karî biqedînin. Teror berdewam dike.”
Abdulhamît Gul, Wezîrê Edaletê gotiye, “Ka em biryarê bibînin. Wê saziya dadê ya ku darizandin kiriye wê biryarê bide.”
Parêzerên Demîrtaşî bi biryara DMMEyê re wê ji bo tehliyeyê serî li dadgehê bidin ku Demîrtaş ji 4ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2016ê û vir ve li Girtîgeha Tîpa F ya Edirneyê tê girtin.
“Wê ji bo parlamenterên din jî bibe mînak”
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPyê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye, “Her kêliya ku Demirtaş û parlamenterên me girtî dimînin, bêhiqûqî ye. DMMEyê gotina dawiyê gotiye.”
Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlûyî jî gotiye ku ev biryar wê ji bo parlamenterên din ên girtî bibe mînak.
DMME: Heke Tirkiye bi cî nîne wê peymanê binpê bike
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara xwe ya derbarê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de îro aşkere kiriye.
Dadgehê biryar girtiye ku ji bo dawiyê li rewşa girtîtiyê ya Demîrtaşî bîne, divê hemû tedbîr bên standin. Dadgehê her weha 23 hezar Euro cezayê pareyan li Tirkiyeyê birî ye.
DMMEyê biryara serbestiya biryara xwe di çarçoveya Xala 46/1ê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de daye û gotiye heke rewşa girtîtiyê berdewam bike, ev tê wê wateyê ku Tirkiye di çarçoveya xala 46/1ê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de (PMME), berpirsiyariya xwe ya girêdana bi biryarên DMMEyê re binpê dike. (AS/FD)