Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), biryara xwe ya derbarê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de aşkere kiriye.
Daîreya Mezin biryara ku beriya niha DMMEyê dabû dubare kiriye. DMMEyê gotibû ku zindanîkirina Demîrtaşî bi sedemên siyasî pêk hatine.
Li gorî biryara îro daye, divê Demîrtaş azad bibe.
Parêzer Ramazan Demîrî biryara DMMEyê ji bianetê re nirxand û wiha got: Li gorî vê biryarê divê Demîrtaş demildest azad bibe. Êdî ti bahane nemaye ku Tirkiye xwe bispêre wê.”
Daîreya Mezin, di biryara xwe de gotiye ku Tirkiyeyê Xala 18em a Peymana Mafên Mirovan (PMME) binpê kiriye. Her weha xwestiye rewşa wî ya girtîbûnê demildest ji holê rakin.
Dîsa Tirkiye ji ber binpêkirina Xala 10em a derbarê azadiya xweîfadekirinê, Xala 5/1ê û 5/3yê yên derbarê mafê ewlehî û azadiyê, Xala 5/4ê ya mafê daraza di demeke guncav û ku dibêje divê girtin li gor hincetan be, dîsa Xala 3/1ê ya mafê hilbijartin û hilbijirînê, mehkûm bûye. (AS/FD)