DMME biryara xwe ya nû ya ji bo Osman Kavala dê sibê aşkere bike
Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dê biryara xwe ya derbarê serlêdana duyemîn a Osman Kavala ku ji sala 2017an vir ve di girtîgehê de ye, sibê (25ê Tebaxê) aşkere bike.
Biryara ku DMME dê di doza 'Kavala v. Tirkiye (no. 2)' de bide; girtîbûna Kavala ya piştî biryara 2019an û pêvajoya darizandina ku bi cezayê heta hetayê ya girankirî bi dawî bûye li xwe digire.
Kavala di serlêdana xwe de diyar kir ku xalên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) yên derbarê azadî û ewlehî, darizandina adil, azadiya derbirînê, azadiya civîn û rêxistinbûnê û qedexeya muameleya xirap û biçûkxistinê hatine binpêkirin. Her wiha, daxuyaniya derbarê binpêkirina xala 18emîn a PMMEyê ku sînordarkirinên li ser maf û azadiyan ji bilî mebestên diyarkirî qedexe dike jî di serlêdanê de cih girt.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê: Divê Osman Kavala demildest serbest bibe
Daîreya Mezin, danişîna derbarê serlêdana duyemîn a Kavala de di 25ê Adarê de li Strazburgê pêk anîbû. Biryar dê sibê saet di 10.00an de li Avahiya Mafên Mirovan a li Strazburgê di rûniştineke ji raya giştî re vekirî de bê ragihandin.
DMMEyê di sala 2019an de biryar dabû ku girtîbûna Kavala neqanûnê ye û divê demildest bê berdan, lê Kavala nehate tahliyekirin. Di sala 2022an de jî Daîreya Mezin biryar da ku Tirkiyeyê erka xwe ya pêkanîna vê biryarê bi cih neanî ye.
Di encama darizandina ku li Tirkiyeyê berdewam dikir de, di 25ê Nîsana 2022an de bi îddîaya ku têkiliya wî bi çalakiyên Parka Geziyê re heye, cezayê girtîgeha heta hetayê ya girankirî bi sûcê 'hewldana rûxandina hikûmetê' li Kavala hate birîn. Ev biryar di sala 2023an de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin.
(HA/AY)