DMME, biryara xwe ya ji bo Osman Kavala aşkere dike
Daireya Mezin a Dadgeha Mafên Meravan a Ewropayê (DMME), biryara xwe ya ji bo serlêdana duyemîn a Osman Kavala ku ji sala 2017an vir ve di girtîgehê de ye, îro aşkere dike.
Di serlêdanê de, behsa îdiayên binpêkirinê yên têkildarî pêvajoya darizandinê û girtîmayîna piştî biryara DMMEyê ya sala 2019an a binpêkirinê, hatiye kirin.
Tê çaverêkirin ku Daireya Mezin a Dadgeha Mafên Meravan a Ewropayê biryara xwe ya li ser serlêdana duyemîn a Osman Kavala ku di 18ê Kanûna Paşîn a 2024an de kiribû, aşkere bike. Danişîna têkildarî serlêdana Kavala di 25ê Adara 2026an de pêk hatibû.
DMMEyê di 10ê Kanûna Pêşîn a 2019an de biryar dabû ku girtîmayîna Kavala xala 5an û 18an a Peymana Mafên Meravan a Ewropayê binpê dike û divê ew demildest serbest were berdan. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî ji ber ku biryar nehat bicihanîn prosedûra binpêkirinê dabû destpêkirin û DMMEyê di 11ê Tîrmeha 2022an de biryar dabû ku Tirkiyeyê berpirsiyariyên xwe yên li gorî Peymanê bi cih neanîne.
Kavala di doza Parka Geziyê de di 25ê Nîsana 2022an de bi tohmeta ku "Hewl daye Hikûmeta Komara Tirkiyeyê ji holê rake" bi cezayê girankirî yê hetahetayî hatibû mehkûmkirin. Ev biryar di 28ê Îlona 2023an de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû erêkirin.
(HA/AY)