Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di serlêdana Tûncer Bakirhan, Şaredarê berê yê Sêrtê de biryara xwe daye. DMMEyê gotiye ku mafê azadiyê û ewlehiyê yê Bakirhanî binpê bûne.
Li gorî biryara dadgehê, Tirkiye wê 10 hezar Euroyî ji bo tezmînata manewî û 3 hezar Euroyî jî weke mesrefên dadgehê bide Bakirhanî.
DMMEyê di biryara xwe de bal kişandiye ser biryara girtina Bakirhanî ya dema şaredar bû û gotiye ku beşek mezin a vê girtinê bêyî ku ceza lê were birîn, pêk hatiye û ti sedem nebû ji bo vê girtinê.
Dadgehê diyar kiriye ku Bakirhan ji partiyeke muxalif bûye şaredar û xebatên wî li gorî rewşa siyasî bûn.
2 sal û 11 mehan girtî mabû
Tûncer Bakirhan di 30ê Adara 2014an de ji Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya hatibû girtin, li Sêrtê weke şaredar hatibû hilbijartin.
Bakirhan bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” û “endamê rêxistinê ye” hatibû desteserkirin û girtin. Ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û Ceyhûn Dilşad Taşkin, Alîkarê Waliyê Sêrtê li şûna wî weke kayûm erkdar bûbû.
Bakirhanî dema serî li DMMEyê dabû, li Girtîgeha Bolûyê girtî bû. Di Çiriya Pêşiyê ya 2019an de 10 sal û 18 meh ceza li wî hatibû birîn. Di 11ê Çiriya Pêşiyya ya 2019an de tehliye bûbû. Hîna tê dadgehkirin. (AS/FD)