Fotograf: Pirtûkxaneya Medyayê
Ji malpera Diyarnameyê rojnameger Cemîl Ogûzî hejmara pirtûkên kurdî yên di sala 2021ê de hatine weşandin, amade kiriye. Li gorî lîsteya Diyarnameyê, di sala 2021ê de 77 romanên bi kurdî çap bûne. 70 pirtûkên helbestan û 55 jî yên çîrokan hatine weşandin.
Diyarname lîsteyê ji wan pirtûkan amade dike ku li Tirkiyeyê û bi tîpên latînî tên weşandin.
Îsal 26 weşanxaneyan di lîsteyê de cih girtiye. Ji nav wan weşanxaneyan, Weşanên J&Jyê herî zêde pirtûk weşandine. Hejmara pirtûkên ku J&Jyê weşandine, 20 jê pirtûkên zarokan, bi giştî 68 e. Li dû wê Weşanên Avestayê hatiye. Hejmara pirtûkên ku Weşanên Avestayê weşandine 59 e. Di nav pênc weşanxaneyên pêşî ku zêde pirtûk çap kirine de Peywend bi 33 pirtûkan bûye sêyem, Lîs bi 26 pirtûkan bûye çarem û di rêza 5em de du weşanxane hene: Weşanên Nûbihar û Na. Her du weşanxaneyan her yekê 24 pirtûk çap kirine.
Roman di rêza yekem de ye
Di warê cureyê herî zêde hatine çapkirin de îsal roman bûye yekemîn. Ev çend sal in herî zêde helbest dihatin çapkirin. Lê îsal 77 roman hatine çapkirin ku bi vê re, ev cure di rêza yekemîn de ye. Paşê helbest e: 70 heb. Her wiha çîrokan jî bi 55 liban di rêza sêyem de cih girtiye. Cemîlî diyar kiriye ku her pirtûkeke zarokan jî wekî pirtûkek hesibandiye û îsal ji bo zarokan jî gelek pirtûk hatine çapkirin.
Ji bo tevahiya lîsteyê, bitikîne
(FD)