Fotograf: sendika.org
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Her sê saziyan ji bo danasîna raporê civîneke online pêk anîn. Li ser navê Navenda Giştî ya IHDyê Osman Îşçî, li ser navê IHDya Êlihê Devran Yildiz, li ser navê IHDya Stenbolê Leman Yûrtsever, li ser navê IHDya Îzmîrê jî Ahmet Çîçek behsa binpêkirina mafan kirin.
Şanar Yûrdatapanî li ser navê Hewldana li Dijî Sûc(!?)ên Ramanê û Coşkûn Üsterciyî wî li ser navê TIHVê axivîn.
Ustercî: Wesayeta desthilatê ya li ser siyasetê
Coşkûn Usterciyê got ku di meha Çiriya Pêşiyê de polîs û leşkeran li seranserê Tirkiyeyê, midaxele li 15 civîn û xwenîşandanan kirine û herî hindik 3 çalakî asteng kirine.
Ustercî her weha diyar kir ku di dema van midaxele û astengiyan de herî hindik 133 kes desteser kirine û 2 ji van girtine, 18 jî bi şertê kontrola edlî serbest bûne.
Usterciyî behsa serdegirtina depoyên karkerên berhevkirina gilêşan a li Umraniyeyê kiriye û bertek nîşanî desteserkirina karkeran û daxuyaniya Walîtiya Stenbolê daye.
Usterciyî di dewama axavtina xwe de diyar kiriye ku 33 karkerên penaber hatine desteserkirin, polîsan ew radestî Midûriyeta Karûbarên Koçberan kirine û ew hatine sûcdarkirin. Her weha dixwazin wan dersînor bikin.
Usterciyî her weha gotiye ku endamên Partiya Gel a Komarî ji ber broşurên “Holdînga SaBiKayê: Çîrokeke pereyên reş-siyaset-darazê” belav dikirin, hatine desteserkirin û gotiye, “Ev rewşa wesayetê ya desthilatê ya li ser siyasetê nîşan dide.” (HA/FD)