Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilizî bitikîne
Piştî çalakiyên dawî yên RedHackê di çarçoveya lêpirsîna destpêkirî de gelek kes hatine binçavkirin û ew kesana ji parêzerên xwe re ragihandin ku di bin çavan de îşkence li wan hatiye kirin.
Parêzer Firat Durak got: “Wan anî ziman ku bi berdewamî rastî lêdanê tên. Ji ber ku destê wan de ti delîl nîn e, bi vî awayî dixwazin ku delîlan çêbikin.”
“Li wan xistine û ji wan re gotine ‘we mailên mêrikî bi dest xistine’
Parêzer Durak ragihand ku ew bi muwekîlê xwe û 2 kesên binçavkirî re duh hevdîtin pêk anîne. Durak tîştên ku kesên binçavkirî ji wan re vegotine wiha anî ziman:
“Ew di 25ê Îlonê saet 02:30an de hat binçavkirin, dema binçavkirinê ez jî li gel wî bûm û wê demê ti muameleyeke nebaş çênebû. Piştî ku wan birine Emniyeta Stenbolê xwestine ku wan tazî bikin û bi wî awayî ji lêgerînê derbas bikin.”
“Dema li Stenbolê binçavkirî bû destûr nedan ku em hevdîtinê bikin. Piştî ku ji wir sewqî Emniyeta Enqereyê hatin kirin vegotin ku ew rastî îşkeceyê hatine.”
“Li emniyetê OHAL ji xwe re kirin bahane û her çiqas ku destê me de wekaletê muwekîlan hebe jî gelek zor û zehmet hiştin ku em hevdîtin bikin.”
RedHackê piştî ku hesabê mailê yê Wezîrê Vejeniyê û zavayê Erdogan Berat Albayrak hack kirin, duh êvarê e-maîlên di hesabê wî de jî parvekirin.
“Dozger talîmat daye ku hevdîtina bi parêzer re were astengkirin”
Firat Durak ragihand ku wî 3 rojan nekariye ku muwekîlê xwe bibîne. Dema sedema astengkirina hevdîtinê ji Emniyeta Enqereyê pirsiye jî jê re gotine: “Di vê mijarê de biryara dozger bi xwe heye û tembî kiriye.”
Navên kesên binçavkirî wiha ne: “Taylan Kulaçoglu, Emin Baykal, Abidin Çelik, Alaattin Karagenç, Ugur Cihan Okutulmuş, Taşkin Yasak û keseke nasnameya wî nediyar.
Kulaçoglu ji Stenbolê, Yasak jî ji Amedê hatin binçavkirin. Ji Ordu, Mugla û Mêrsînê jî hin kes hatine binçavkirin û wan hemûyan birine Emniyeta Enqereyê.
(AS/YO)