Li navçeya Erdîşê ya Wanê, Komeleya Lêkolînên Huner, Çand û Ziman (ARSİSA) ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê çalakiyek li ber Rêveberiya Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê li dar xist.
Hevserokên Navçeyê yên DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li navçeyê û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. Beşdaran pankartên "Zimanê me hebûna me ye", "Kurdî dayîka me ye", "Bê ziman jiyan nabe", "Ziwanê min qedexe meke" û "Ma statuyê bi Kurdî wazenê" hilgirtin.
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê endamê rêveberiyê û mamosteyê zimanê Kurdî Mecit Sargut ve hate xwendin.
"Aştî bi wekheviyê dest pê dike"
Sargut bal kişand ser destpêka sala nû ya perwerdehiyê û got ku bi milyonan zarok vegeriyane dibistanan, lê zarokên Kurd hîn jî ji perwerdehiya bi zimanê dayîka xwe bêpar in û got:
Dibistan vebûn. Bi milyonan zarok vegeriyan polên xwe. Lê ji bo zarokên Kurd, destpêka sala nû dîsa bi pirsgirêka zimanê dayîkê re dest pê dike. Bi milyonan zarokên me Kurdan di dibistanan de bi zimanekî ku ne zimanê dayîka wan e dixwînin."
Sargut mijara zimanê dayîkê bi aştî, wekhevî û pejirandina mafan ve girêda û got ku aştî bi gotinan tenê nayê avakirin û weha pêde çû:
"Aştî bi wekheviyê dest pê dike. Heke em behsa aştiyê, çareseriyê û siberojeke hevpar dikin, divê rastiyek bi zelalî bê gotin. Aştî bi gotinan tenê nayê avakirin. Aştî bi gavên şênber, bi pejirandina mafan û bi avakirina baweriyê pêk tê.
Sargut her wiha got ku ji bo avakirina baweriyê divê astengiyên li pêşiya gotûbêjê bên rakirin û mafên zimanî bên pejirandin.
"Ziman bi xwe hebûn e"
Sargut bal kişand ser têkiliya ziman, nasname û hebûna civakî û got ku qedexekirina ziman bandoreke rasterast li ser zarokan dike:
"Ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye; ziman bi xwe hebûn e. Zarokek ku zimanê wî tê qedexekirin, hîs dike ku hebûna wî jî tê qedexekirin. Dema zarokekî 6-7 salî dest bi dibistanê dike û zimanê wî tê qedexekirin, ew vê yekê wek qedexekirina hebûna xwe hîs dike."
Sargut bi gotina "Zimanê me hebûna me ye, zimanê me rûmeta me ye" daxwaz kir ku mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê wek mafekî bingehîn bê naskirin.
"Ne wek derseke bijarte"
Sargut daxwaza sereke ya daxuyaniyê wiha anî ziman:
"Hewce ye ku di vê sala nû ya xwendinê de Kurdî wek zimanê perwerdehiyê bê pejirandin. Divê zarokên Kurd mafê xwendina bi zimanê dayîka xwe bi dest bixin. Ne wek derseke bijarte, lê wek mafekî bingehîn û xwezayî."
Di daxuyaniyê de bal kişand ser mafê zarokan ê fêrbûn û perwerdehiya bi zimanê dayîkê. Sargut got ku perwerdehiya bi zimanê dayîkê ji bo pêşketina zanistî, hişî û civakî ya zarokan girîng e.
Sargut di dawiya daxuyaniyê de got ku perwerdehiya bi Kurdî mafekî bingehîn û jêneger e û aştiya mayînde bi pejirandina ziman, nasname û wekheviyê ve girêdayî ye:
‘Perwerdehiya bi zimanê dayîkê mafekî jêneger e. Heke em dixwazin aştiyeke mayînde ava bikin, divê ew aştî bi pejirandina hev, pejirandina zimanê dayîkê û wekheviyê dest pê bike,’
Daxuyanî bi peyama ‘Bê ziman jiyan nabe’ bi dawî bû.
(İY/AY)

