Fotograf: IHD Enqere
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şaxê Enqereyê yê Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Komîsyona Ekolojiyê ava kir. Rêvebirên Komeleyê ji bo ragihandina avakirina komîsyonê, civîneke çapemeniyê li dar xist.
Komîsyonê di yekem çalakiya xwe de afîşek daliqand ku li ser wê “Ji Akbelenê heta Cûdiyê me şîn girê daye” hatiye nivîsîn.
Endamên Komîsyonê di belavoka xwe de got ku wan komîsyon ji bo nêrîneke berfireh a derbarê ekolojiyê de û têkoşînê li dijî wêrankirinên mirovan ji mafên wan bêpar dihêlin bidin ava kiriye:
“Ji bo ku piştî karesatên mezin bikaribin li ser pêyan bimînin û nehêlin ev karesat çêbibin, divê berî her tiştî polîtîkayên ekolojiyên mafparêz bipêş bikevin û ev berpirsiyariya hemû gelên Tirkiyeyê ye.” (AS/FD)