Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Xebatên Wekheviyê bi sernavê “Li Wanê binpêkirinên mafan ên li dijî penaberan” raporek bi tirkî, ingilîzî û farisî weşandiye.
M. Arîf Koşarî rapor amade kiriye û rapor bi piştgiriya Programa Sivil Düşün a Yekîtiya Ewropayê hatiye nivîsadin.
Di raporê de zanyariyên derbarê statuyên fermî yên têkildarî penaberî û koçberiyê, Peymana Qebûlkirina bi Şûn de, Navendên bi Şûn de Şandinê, prosedura serlêdana penaberiyê û hin mijarên hiqûqî de hene.
“Koçberiya vediguheze rêwîtiya mirinê”
Di raporê de beşa ku herî zêde balê dikişîne ya bi navê “Koçberiya vediguheze rêwîtiya mirinê” ye.
Di vî beşî de zanyariyên derbarê wan penaberan de hene ku ji Afganistan, Pakistan, Bangladeş û rojhilatê Îranê derdikevin rê û di navbera 15 û 30 rojî de dimeşin:
Sîstema penaberiyê li ser bi şûn de şandinê ve hatiye avakirin
- Qaçaxçiyên li nava sînorê Îranê, rêyê tarîf dikin lê penaber û koçber bi xwe sînorî derbas dikin.
- Di hin rewşan de qaçaxçiyê ku peyman pê re hatiye çêkirin, dema penaber derbasî Tirkiyeyê dibin wan pêşwazî dikin, di van rewşan de jî rêya penaberiyê ji Gola Wanê yan jî ji rêya bejayî dewam dike û metirsiya mirinê heye.
- Ji bo beşeke mezin a penaber û koçeran gelekî girîng e ku leşker û polîs li Tirkiyeyê wan negirin. Lewma sîstema penaberiyê li ser bi şûn de şandinê hatiye avakirin. Ji ber wê jî penaber û komên qaçaxçiyan rêyên bi xeter hildibijêrin ku polîs û cenderme wan kontrol nakin.
Li Gola Wanê mirin zêde dibin
- Xala Kontrolê ya Balabanê ya di navbera Gewaşê û Tetwanê de di cihekî asê de ye û ji dora wê derbasbûn zehmet e. Koçberên ku naxwazin bên zeftkirin, di ser Gola Wanê re tên.
- Ji ber wê di salên dawiyê de gelek belem li Gola Wanê noqî avê bûne û hejmara penaberên mirine her diçe zêde dibe.
- Penaber ne tenê li Gola Wanê lhe li ser rêyên din jî dimirin.
- Di mehên zivistanê de ji ber sermê, aşûtê penaber dimirin.
- Cenazeyên penaberên ku ji ber sermê diqefilin û dimirin, ji ber şertên xwezayî û ajalên hov, nayên naskirin û weke cenazeyên ji behrê tên derxistin, li goristana bêkesan tên binaxkirin.
Ji bo rapora bi tirkî, ingilîzî û farisî bitikîne
(AS/FD)