Ji bo nivîsa Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Dema ez xwendekar bûm yek ji danasîna herî zêde min jê hez dikir ev bû: “Ji ber ku li ser nasnameya min ‘mêr’ nivîsîye ez mêr im.”
Ez jê aciz nedibûm ku vê li nava civatê bibêjim, li wan kesên li dora min jî ecêb nedihat. Gelek sal borîn, 12ê Îlonê hat û çû, gelek dem borî, êdî dema ev gotin dihatin gotin kesên derdorê bi nêrînên ecêb dinêrîn û kêm didîtin.
Piştî hingê, min em nasîn ji bî r nekir lê min pênaseyeka dî ji xwe re dît.
Dema jiyan bi vî awayî diguhere cih ji tûndkariyê re namîne ma ne...na, bêguman na...
Cihê tûndkariyê nîne
Min bi kîdariyê li ti kesan neriye. Heta ku me kesekê faşîst girt wî bi çekan em ji xwe re kiribû armanc jî, hevalên min ên hemsiyaset lê dan lê min nekarî ez destê xwe jî rakim.
Carekê jî me êrîş kir, tê bîra min min pê xwe rakir min nekarî ez pehînekê li faşîstê me girtî bidim, yê faşîst reviya. Ya rastî tûndkarî ne bi tenê lêdan e, dema mirov mirûçê xwe dike û qêrdan jî tûndkarî ye- ku e gelek caran dikim.
Min dît ji ber çi ye: “Mirovên bêçare dijûnan didin” ez we dibêjim ma çi bibêjim. Paşê xemgîn dibim. Dema min dinivîsî hat bîra min... Destsgirtiya min wêneyê destgirtiya min a berê qetandibû, min gelek lê dabû. Bêguman eyb e. Piştî salan ez lêborîna xwe dixwazim.
Gelo tê bîra wê? Gelo mirov dikare ji bîr bike, ji bîr nekiriye lê wek ji bîr kiribe tevgeriyaye. Belkî – welê dixwazim- xwe ji xwe jî aciz bike ku wê hesûdî kiribû... Paşê me hevaliya xwe domand, wê mijarê em ji hev dûr nekirin, em ji hev neçûn paş... Dîyar e em herdu jî ji ber bûyerê xemgîn in.
Ji bilî kêrnehatinê ne tiştekê dî ye...
Dema hûn nekarin derdê xwe ji ya/yê li hemberî xwe re bibêjin, di hişê wê/wî de jî tiştekê dî hebe, sed deq û dolab bizivirin, dengê we bilind dibe, mirûçê we dike û gotin reng diguherin.
Heke piçekî biçûk be, heke nemaze jin be û hûn bikarinê hûn dikarin şimaq an kulma xwe li ber wan bilind bikin. Heke hûn nedanin tê wê wateyê ku we tûndkarî nekiriye.
Şer jî tûndkarî ye
Ece Ayhan bi awayekê şairane dibêje “ di dersa dewletê de zarok hatin kuştin.” Ma ev jî ne tûndkarî ye? Li nava Enqereyê dorpêçkirina peykerê mafên mirovan jî tûndkarî ye.
Tiştê herî xerab jî çi ye hûn dizanin... Gotinên wî mêrikî ye ku pêşkêşkarê televizyonekê ye, dem dersdêreka jin di bernameyê de jê re got “bila zarok nemirin wî piştgiriya gotinên wê kir” paşê bi zordariya dewletê, wî xwe parast û hin gotinên welê gotin ku li ber çavên min reş bû.
Tûndkarîyek heye, dersdêrek nerazîbûna xwe diyar dike, dewlet cezayî dide dersdêrê, pêşkêşkarê bernameya zindî jî tûndkariyê zêde dike.
Di sed salên paşiyê de bi tenê 11 salên aştiyê çêbûne. Bi salan dewletan(qasî hêza xwe) mafê xwe dîtine axa kesên dî dagir bikin û mirovan bikujin.
Em li bendê bûn ku ti kêşeyên dewleta me bi cîranan re nebe lê ji aliyekê ve serê leşkerên me kirin di kîsikan de, dîplomatên me hatin revandin û bûn rehîn. Ma tûndkariya birêvebir ên dewletê jî ne tûndkariya mêr(an) e?
Ya rastî ka ez çi bikim? Ez vê nivîsê biqetînim û nivîseka helbestîtir binivîsim? Gelo ez nivîseka çîrokî binivîsim?
Ka bisekinin ez ê xwe spêrim bêçaretiyê û têr dijûnan bikim. Em bi hev re biqêrin, bila şer nebe bila aştî demildest niho hebe.
Ez nizanim tesadif e, lîstikeka jiyanê ye çi ye. Dema min nivîs temam kirî destgirtiya min a yekem telefonî min kir. Em gelek hev nebînin jî hê keyfa me ji hev re tê, em bi telefonê badikin hevdu, pirsa hev dikin:
“Ez ê pirsekê bikim tu misaîd î?
Belê, ji bo te her dem...
“Dema em bi hev re bûn, prezervatîf hebû?”
...hima sekinîm. Mat mam... Ev ji kû derket? Belê hebû, belkî kêm dihat peydakirin, belkî biha bû lê hebû.
“Çima me bi kar neîna, ez ew qas caran kûrtaj bûm?”
...bi tenê bersiveka min hebû. Nezanî, cahilî. Me zanîngeh xwendibû, em xwende bûn(cîrokên wê yên xelat standîn hebûn, fîlmên min...) me guherînên jiyanê teqîb dikirin lê dîsa nezanî...(Ez dizanim dema ez behsa 33 sal berê jî dikim divê şerm bikim. Min cara pêşiyê jineka rût û tazî dîtibû, nezanî bû.
“Te qet bi kar îna?”
Belê, paşê min bi kar îna.
Giriya. Bi wê xema ku wê nedikarî serê xwe bispêre milên min, min nezanî çi bikim, dest û tiliyên min li hev geriyan. Min xwest bibêjim “negirî” gotin li gewriya min asê bû.
Ev jî tûndkariyeka dî ye. Ew şoka ew ketiyê û ew rewşa ku piştî salan ez rastî nezanî û cahiliya xwe hatîm ma ne tûndkarî ye?
...hima bêje her roj destgirtî, lêzim an jî mêrê jinekê wê dikuje.
...qatilekê tecawiz li zarokeka sê salî kiriye, di girtîgehê de mehkûmên dî ew kuştiye.
...dewlet her kesên dibin mûxalifê wê desteser dike û digire.
...dewletçavên xwe li wê yekê digire ku li –piraniya cihên neqanûnî- tecawiz, taciz li zarokan tê kirin.
Gotina paşiyê...
Min nivîs li jina xwe da xwendin(da xeletiyên min bibîne, ji bo rewşên negotinê an jî derveyî mexseda min bibîne.)
Wê got:
“Min ji te re gotibû nameyan bivêje lê te neavêt. Ev jî tûndkariya mêran bû, tûndkariyeka eskere...” Da wê name biqetanda û biavêta ez bibêjim “bila destê min bişkesta, ez poşman im” hê jî ne bes e.
Ji ber emrê wî hê dem maye ku kurê min vê nivîsê bixwîne... Bila ew jî bixwîne. Bavê xwe nas bike... Ew ê pê re civakê jî nas bike. (KA/ŞA/APA/MB)
* Xêz: Kemal Gokhan Gurses
52 MÊR 52 HEFTE
#1 Dibe ku ez dîn bûbim - Mûrat Çelîkkan
#3 Sûr-Karşiyaka-Cebecî-Babialî - Tûgrûl Eryilmaz
#4 Rojhilata Navîn - Umît Onal
#5 Hakan Bicakci - Diêşe Rocky
#6 Ez ditirsim ku bi xwe re rû-bi-rû bimînim - Yekta Kopan
#7 Şeveka li çolê – Tayfun Pîrselîmoglû
#8 3 rewşên tundkariya mêran - Murat Yetkin
#9 Em mêr ji bo jinan gelek nesemîmî ne - Atilla Taş
#10 Mêrbûna muhteşem – Şener Ozmen
Ev kampanya di Bernameya Sivil Düşün ya Yekîtîya Ewropayê de bi piştgiriya Yekîtîya Ewropayê(YE) hatiye amadekirin. Naveroka vê kampanyayê û berpirsiyariya wê bi temamî ya Weqfa Ragihandinê ya IPSyê ye, ne nêrînên YEyê ne. |