VÎDEO NÛÇE
"Divê hemû kes bi zimanê xwe bên perwederkirin"
!["Divê hemû kes bi zimanê xwe bên perwederkirin"](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/284/125/original/dil.jpeg)
Fotograf: Ji fîlmê "Du ziman û baholek"ê
Derûnnas û Hevserokê Sendikaya Kedkarên Xizmeta Civakî ya Tenduristiyê (SES) ya Şaxa Amedê Şiyar Guldîken û Endamê Egitim-Senê û dersdar Fesîh Zîrekî, derbarê Dersa Kurdî ya Bijartî û perwerdehiya zimanê dayikê de ji bianetê re axivin.
Derûnnas Guldîkenî, diyar kir ku zarokên bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin nikarin baş xwe bînin ziman: “Zarok berî dest bi dibistana seretayî bikin, bi dayik û bavên xwe re bi zimanê zikmakî diaxivin. Ji ber wê jî sînorê wî zimanê dizanin. Lê piştî ku dest bi dibistanê dikin, bi zimanekî din perwerdehiyê dibinin û sînorê wê zimanê jî nizanin. Ev yek jî bi awayeki neyênî bandorê li ser derûniya wan dike. Ji ber ku ew zarok her tim bi zimanê xwe di nav xewn û xeyalan de bû ye.”
Dersdar Fesîh Zîrekî jî got, zimanê kurdî ne tenê amûreke ku ti kesê li hemberî xwe fêm bikî: “Di heman demê de kesayetî, derûnî û bi xwe bawerbûna zarok di zimanê zikmakî de veşartî ye. Ji ber wê jî divê hemû zarokên kurdan û yên din jî bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê bibinin.” (VB-GO/FD)
“Pêlavên kevin ji bo hemwelatiyan bûye hêvî”
![“Pêlavên kevin ji bo hemwelatiyan bûye hêvî”](https://static.bianet.org/list-haber/2023/12/06/pelaven-kevin-ji-bo-hemwelatiyan-buye-hevi.jpg)
Dikandarên Sûka Penêr a Amedê: "Em ê çi xweliyê li serê xwe bikin"
![Dikandarên Sûka Penêr a Amedê: "Em ê çi xweliyê li serê xwe bikin"](https://static.bianet.org/list-haber/2023/11/29/dikandaren-suka-pener-a-amede-em-e-ci-xweliye-li-sere-xwe-bikin.jpg)
Fatîma Ahmeda penaber: Şer ne tenê mirin e, ji mirinê jî zêdetir e
![Fatîma Ahmeda penaber: Şer ne tenê mirin e, ji mirinê jî zêdetir e](https://static.bianet.org/list-haber/2023/11/14/fatima-ahmeda-penaber-ser-ne-tene-mirin-e-ji-mirine-ji-zedetir-e.jpg)
“Mihrîcana kayûm ne mihrîcana çanda Amedê ye"
![“Mihrîcana kayûm ne mihrîcana çanda Amedê ye"](https://static.bianet.org/list-haber/2023/10/25/mihricana-kayum-ne-mihricana-canda-amede-ye.jpg)
“Li Amedê li ser 300 hezar hektar erdên çandiniyê avahî hatin çêkirin”
![“Li Amedê li ser 300 hezar hektar erdên çandiniyê avahî hatin çêkirin”](https://static.bianet.org/list-haber/2023/10/18/li-amede-li-ser-300-hezar-hektar-erden-candiniye-avahi-hatin-cekirin.jpg)