Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parêzerên Abdullah Ocalan, Rêberê PKKyê piştî 8 salan di 2yê Gulanê de çûne Grava Îmraliyê û bi Ocalanî re hevdîtinek pêk anî ne. Parêzer Faîk Ozgur Erol, Newroz Ûysal û Rezan Saricayî li Taxim Hill Hotela Stenbolê civîneke çapemeniyê pêk anîn û derbarê hevdîtinê de zanyarî par ve kirin.
Bixwîne - Parêzeran piştî 8 salan hevdîtinek li gel Ocalanî pêk aniye
Parêzeran her weha daxuyaniya Abdullah Ocalanî jî di dema vê civînê de xwendin.
Peyama Ocalanî wiha ye:
“Pêwistî bi lihevkirineke kûr a civakî heye”
“Di vê pêvajoya dîrokî de pêwîstî bi lihevkirineke kûr a civakî heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, pêwîstiyeke xurt bi rêbazeke danûstandinên demokratîk heye, ya dûrî çanda dijberbûn û şer.
“Em dikarin pirsgirêkên Tirkiyeyê û yên herêmê, ne bi şer û amûrên şîdeta fîzîkî, lê bi hêza nerm, yanî bi hêza aqil, polîtîk û çandî çareser bikin.
“Divê li Sûriyeyê bi perspiktîva demokrasiya xwecihî bê çareserkirin”
“Em di wê baweriyê de ne, di çarçoveya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, pirsgirêkên li Sûriyeyê dûrî çanda şer, di rewşa ku tê de ne di çarçoveya yekparebûna Sûriyeyê de bi perspektîfa demokrasiya xwecihî ya bi Destûra Bingehîn hatiye ewlekirin divê bên çareserkirin. Di vê çarçoveyê de divê hesasiyetên Tirkiyeyê jî bên dîtin.
“Ji bo me tenduristiya aqlî, fizîkî û rûhî di pêşiya her tiştî de ye”
Em hurmetê nîşanî berxwedana hevalên li girtîgehan û li derve didin, lê dixwazin bi taybetî destnîşan bikin ku divê negihînin asta ku rewşa wan a tenduristiyê bixe nava metirsiyê û rê li ber mirinê veke. Ji bo me, tenduristiya aqlî, fîzîkî û ruhî ya wan di pêşiya her tiştî de ye. Her wiha em di wê baweriyê de ne ku nêzîkatiya herî bi wate, xurtkirina sekna zîhnî û ruhî ye.
Sekna me ya li Îmraliyê, biryardariya ji bo kûrkirina rêbaza ku di Danezana Newroza 2013'an de hate ragihandin û domandina wê bi rengekî eşkere ye.
Aştiyeke bi rûmet û çareseriya siyaseta demokratîk ji bo me esas e.
Em her kesên ku ji ber sekna me ya li Îmraliyê meraq dikin û helwestê nîşan didin, bi rêzdarî bi bîr tînin û di asta herî bilind de spasdarê wan in." (HA/FD)