Di demên dawî de li dijî ‘govend û muzîka kurdî' êrişên sîstematîk didom in. Stranbêj û kesên govendê digerîne tên desteserkirin ango girtin û bi dadgehan re ji ber kurdî rûbirû dibin. Her weha tevî zext û êrişan saziyên çand û hunerê jî têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkaya asîmîlasyonê didomînin. Ji salên 1990î ve Kurd bi saziyên ku ava kirine li dijî zilmê têdikoşin. Gelek saziyên di vî warî de kar dikirin bi destê darazê hatin girtin. Lê dîsa bi navên cûda jinûve vebûne weke kelehên çandê li pêy armanca xwe dimeşin.
Ji van saziyan jê yek Gerok MA ye. Gerok MA bi pêşengiya MA Music, Zarok MA, Şanoya Bajêr a Amedê, KASED, Komeleya Rojhilata Navîn a Sînemayê hat avakirin.
Gerok MA li bajar, navçe û gundên bajarên Kurdan, Tirkiye û Ewropayê digere, zarokan bi çalakiyên çandî û hunerî yên bi zimanên wan yên zikmakî tîne cem hev û ji bo ku kurdî neyê jibîrkirin têdikoşe.
Şêrko Kanîwar yek ji damzrînerên Gerok MAyê ye. Kanîwar derbarê xebatên Gerok MAyê û êrîşên di van demên dawî de li dijî zimanê kurdî pêk tên de bi bianet kurdiyê re axivî.
Gerok MA çi ye û ji ber kîjan pêdiviyan we ava kir?
Gerok MA, di pêvajoya erdheja 6 Sibatê de ji bo ku karîbe bi awayekî gerok an go bi awayekî mobîl xwe bigihîne gund û bajar û hemû herêmên erdhejê, û li wan deveran bi zarokan re kargehên hunerî çê bike ava bû. Em sazî û dezgehên çand û hunerê yên wekî MA Music, Zarok MA, Şanoya Bajêr a Amedê, KASED, Komeleya Rojhilata Navîn a Sînemayê ji bo ku em karîbin bi awayekî kollektîf li herêmên erdhejê xebatan bimeşînin, bi pêşengtîya ma musicê me ev nav li vê xebatê kir. Gerok MA – Em ên gerok- MA’ya Gerok.
Wê demê dewletê hemû xebatên sazîyên sivîl ên li herêma erdehejê asteng dikir û dest dadanîn ser hemû kon û malzemeyên xebatan. Ji bo ku em karîbin bi awayekî mmobîl xebata xwe bimeşînin me navê Gerok MA li xebatên xwe kir û me dest bi xebatên herêma erdhejê kir.
Bêguman berî ku bi navê Gerok MA’yê em dest bi xebatên mobîl bikin, me di bin banê ma musicê de bi navê Kargehên Zarokên Welêt-ZAROKma, me xebat li gund û bajarên Kurdistanê, metropolên Tirkiyeyê û bajarên ewropayê jî dimeşandin û ev xebat hîn jî berdewam in.
Li bajar, navçe, tax û gundên ku hûn lê digerin hûn çi dikin, rastî bertekên bi çi rengîn tên?
Berî her tiştî em çûbin ku derê, em radihêlin Def û Dahol û Derbûqeyên xwe, em lê dixin, distirên û li kuçe û kolanan diğerin. Zarokên wê taxê, wî gundî jî didin dû me û em bi hev re derbasî cîyê ku em ê kargeha xwe çêbikin dibin.
Ji bo ku zarok bawerîya xwe bi me bînin û em zemîneke ji hêla derûnîyê ve rehet ji wan re ava bikin, em lîstikên dramayê dilîzin. Pişt re bi wan re li ser potikan wêneyan xêz dikin. Em bi rêya boyaxkirinê hevaltîyekê datînin bi wan re.
Piştî van her du çalakîyên ku enerjîya zarokan komî ser hev dike, em derbasî kargehên xwe yên muzîkê dibin.
Em zarokan kom bi kom li cîyên guncav ku sî lê heye berhev dikin.
Komek zarok di kargeha Stranbêjîyê de bi mamosteyan re strana wê rojê dixebitin.
Komek zarok di kargeha rîtmê de bi mamosteyan re rîtma strana wê rojê dixebitin.
Komek zarok jî di kargeha ksilofon û qertên rengîn de melodîya strana wê rojê dixebitin.
Piştî nîv saetê her sê kom tên cem hev û orkestrayeke biçûk ava dikin. Hejmara zarokan ferq nake, 10 zarok an jî 1000 zarok ferq nake, bi hev re lêdixin û distirên.
Piştî vê performansa zarokan, em stranên zarokan lêdixin û bi hev re dilîzin.
Zarok demeke pir xweş derbas dikin. Em vê yekê hem dibinin, hîs dikin û hem jî zarok bi xwe vê kêfxweşîya xwe bi lêv dikin.
Li gorî we zarok li hember çand û zimanê kurdî çawa tevdigerin, hûn nêzîkatiyên wan çawa dinirxînin?
Em çûbin ku derê ferq nake, bi piranî zarok dîyaloga destpêkê bi Tirkî datînin bi me re. Çima? Ji ber ku em ji derve hatine, ji bajêr hatine yan jî ji cîyekî din hatine ku tiştekî bi wan re bixebitin an jî fêr bikin. Ew têgîhaştina ku li dibistanan bi wan retê çêkirin; zanîn bi Tirkî ye, zimanê zikmakî ji bo xebatên bi vî rengî nayê bikaranîn an jî nehatîye bikaranîn, dike ku bi me re bi Tirkî biaxivin. Lê di kêlîya ku ji me, ji tevahîya ekîbê Kurdî dibihîsin, di cî de zimanê zarokan jî vediguhere ser Kurdî. Ev yek rê li ber xwebawerîya zarokan jî vedike û di meseleya xwebûn û aîdîyetê de xaleke pir girîng e. Zûtir nêzî me dibin, bi zimanê zikmakî demeke çandî û hunerî em bi hev re derbas dikin. Di gel ku Kurd in jî, gelek caran em li zarokên ku heta niha qet nivîsa bi Kurdî nexwendine rast tên. Ji ber qedexeyên li ser zimanê Kurdî, ji ber ku li vî welatî bi zimanê Kurdî perwerdehîya dibistanê tune ye, qedexe ye, wêneyê vê asîmîlasyonê bi awayekî berbiçav tê dîtin. Lê Gerok MA’ya ku 2-3 seetan bi zarokan re dimîne û bi wan re demeke xweş derbas dike, derbeke mezin lê vê têgiha pişaftinê dixe. Dike ku zarok bi çend seetan be jî li xwe vegerin.
Di van demên dawî de li hemberî ziman û çanda kurdî êriş û bêtehemûliyeke mezin heye. Hûn weke sazî vê yekê çawa dinirxînin?
Bêguman ev ne bertek in, ev eriş in li hemberî çand û hunera Kurdî, li hemberî zimanê Kurdî, li hemberî hebûna KURD…
Îcar ev ne tiştekî nû ye, tene em bi awayên cuda pir eşkere van êrişan dibinin û bi wan re rû bi rû dimînin. Dewlet a xwe dike, divê em jî wek hunermend, sazî û dezgehên çand û hunera Kurdî, heta ji me tê, xebatên bi Kurdî li her derê û di asteke pir bilind de bikin û bigihînin gel. Divê em nehêlin ku dewlet Kurdî û kurdbûnê krîmînalîze bike. Cil û bergên me yên gelêrî-rojane-, stranên me, wekî nefesa ku em distînin, xwezayî, rewa ye…ew xwebûna me ne.. nasnameya me ne.. govenda me tune be, stranên me tune bin, em jî tune ne…
We serdana çend bajaran kir, hûn ê biçin kîjan bajaran û wekî din çi bernameyên we hene?
Heta niha em çûne gund û navçeyên Mereş, Semsûr, Dîlok, Hatay, Colemêrg, Mêrdîn, Şirnex, Izmîr, Stenbol, Mersîn, Edene û Elezîzê. Her wiha em li ewropayê jî çûne welatên wekî Swêd, Elmanya, Fransa û Hollanda.
Di mehên pêş de em ê biçin gund bajarên herêma Serhedê.
Plana me ew e ku em di sala 2025’an de çûbin tevahîya bajarên bakurê Kurdistanê.
(ED)