Ji bo nûçeya Tirkî
DISK, TTB, TMMOB û KESKê di daxuyaniya hevpar de ragihandin ku divê eniyeke demokrasiyê were avakirin û ew yeka divê hemû muxalifên civakî jî di nav xwe de bihewîne.
Di wê daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin:
‘Welatê me li hemberî felaketeke mezin rû bi rû ye. Li dijî wê yekê divê hemû sendîqe, odeyên pîşeyan û hemû saziyên sivîl ên ku ji bo demokrasî û aştiyê berxwe didin bibin yek, eniyeke demokrasiyê ava bikin, li dijî wê îqtîdarê derkevin.’
‘Ji bo sîstema seroktiyê her rê mubah tê dîtin’
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hukimet ji bo pêkanîna sistema serokatiyê her riyê ji xwe re mubah dibîne û wiha hat gotin:
‘Her roj bombe dibarînin ser aliyekê welatê me. Mirov tên kuştin, dayîk digirîn, xweza tê talankirin, bajarên kevnare serobin dikin. Îqtîdar ku dadê kiriye bin kontrola xwe bi temamiyê welêt xistiye zindaneke mezin.’
(NV/YO)