Dawiya hefteyê li Wanê, ez tevlî kampa veganan bûm ku ji aliyê Koma Kollektîfa Veganan ve hatibû organîzekirin û veganên herêmê jî di nav de bûn. Ev kampa ku di navbera 4-5-6ê mehê de pêk hat, li Westanê (Gevaş) hat li dar xistin.
Cihê ku me konên xwe lê vedan; aliyekî me li behrê (Gola Wanê) û aliyê din jî li hemberî Girava Axtamarayê bû. Jixwe Kollektîfê serdana Dêra Axtamarayê jî tevlî bernameyê kiribû.
Kollektîfa Veganan ev kampa ku nêzî 25-30 kes anîn gel hev, bi bernameyeke têr û tije ya 3 rojan birêve bir. Hemû kar û barên li kampê, ji vedana konan heta çêkirina xwarinê û lêçûnên hatinûçûnê, hemû bi awayekî kollektîf hatin kirin.

Di van 3 rojên kampê de, çendî ku hin ji me ne vegan û ne jî vejeteryan bûn jî, me cihê xwe tê de girt û em li gel veganên ku ji gelek bajarên wekî Stenbol, Rîze, Dêrsım, Xarpêt, Amed, Mêrdîn û Enqereyê hatibûn, hatin cem hev. Her kesê ku tevlî bûbû, behsa zor û zehmetiyên ku di nav civakê de dikşînin kir.

Her wiha behsa têkoşîna xwe ya di her kêliya jiyanê de kirin. Bi rastî di çîroka her yekî ji wan de me qalib, jiberkirin û zordariya nêzîkatiyên mirovan ferq dikir. Rêwîtiya her yekî ji wan a di vegantiyê de bi êş derbas bûbû.

Di şeva yekem de, gava em nêzî 30 kesî li dora agir rûniştin, her kesî çîroka xwe anî ziman. Berpirsyarên kampê Duygu Atar û Zafer Sarica di axaftinên xwe de bal kişandin ser gelek aliyên hişmendiya mêrpêrest a ku desthilatdariyê ava kiriye û rê li ber tundiya li ser ajal û hemû zindiyên din vekiriye û weha gotin:
“Bi taybetî jî di van demên dawî ku qala avakirina aştiyeke tê kirin divê aştî di navbera mirov û ajalan û zindiyên din de jî pêk were.”
(WS/AY)





