Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Konfederasyona Sendîkayan a Karkerên Şoreşger (DISK) ji bo salvegera Berxwedana Mezin a Karkeran a 15-16ê Hezîrana 1970an nexşeyeke înterakîf amade kiriye. Nexşe weke pêşangeheke online-e ku behsa girîngtirîn çalakiya karkeran a di dîroka Tirkiyeyê de dike.
Di vê nexşeyê de çalakiyên karkeran, rêyên meşên protestoyî, daxwazên karkeran û nûçeyên derbarê van tiştan de hatine weşandin, hene. Her weha fotograf, rûpel û kupurên rojnameyan û zanyariyên derbarê mijarê de li ser vê nexşeyê ne.
Ji bo vê xebatê pirtûka Zafer Aydinî ya bi navê “Hezîrana Karkeran” û ya DISKê ya bi navê “Dîroka DISKê: Avakirin, Berxwedan û Hebûn”, arşîvên TUSTAV û DISKê weke çavkanî hatine wergirtin.
Her weha bikarhêner dikarin bi rêya vê nexşeyê kolan û bajarên li derdorê binêrin, nivîsên berfireh û belgeyên têkildar bixwînin.
Çerkezoglû: Yek ji girîngtirîn wezîfeya me ye
Arzû Çerkezoglû, Seroka Giştî ya DISKê derbarê mijarê de axiviye û gotiye ku Berxwedana 15-16ê Hezîranê aktuel e û wiha dewam kiriye: “Yek ji girîngtirîn wezîfeya me ew e ku em vê mîrateyê bigihînin nifşên nû, karkerên ciwan. Çawa ku em vê bi çalakî, pirtûk û panelan dikin me xwest em teknolojiyê jî bikar bînin û vê bikin. Di xebatên xwe yên sendîkayê de û yên perwerdeyê de em hewl didin teknolojiyê bêhtir bikar bînin û xwe bigihînin gelek kesên din. Karker bi rêya e-devletê dibin endamên sendîkayan, divê em di perwerdeyên sendîkayê de jî nexşeyên înteraktîf bikar bînin.” (HA/FD)