Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Bi mijarê ve têkildar li Stenbolê li Navenda Giştî ay DİSKê civîna çapemeniyê hat lidar xistin. Di civînê de Serokê Giştî yê DİSKê Kani Beko, Hevserokê Giştî yê KESKê Lamî Ozgen, Serokê Lijneya Birêveberiya TMMOByê Emin Koramaz, Serokê Konseya Navendî ya TTByê Prof. Dr. Raşit Tukel, Sekretera Giştî ya DİSKê Arzu Çerkezoglu, Endamê Lijneya Birêveberiya DİSKê Kanber Saygili û rêveberên şax û navendên sendîkayên endamên DİSKê û karker beşdarî civînê bûn.
Di daxuyaniya hevbeş de hat gotin “4 rêxistinên ked û pîşeyî di serî de, bi saziyên dost re, di serî de li Stenbolê li Pazara Gel a Bakirkoyê û li hemû deverên Tirkiyê em radigihînin ku em ê hevdîtinên 1ê Gulanê yên girseyî, yên bi coş û yên bi Na’yê di nava hevgirtinê de birêxistin bikin”.
Wezirê Navxweyî Suleyman Soylu aşkere kiribû ku 1ê Gulanê Cejna Karkeran we li Taksîmê neyê pîrozkirin. Wezîrê Kar û Ewlekariya Civakî Mehmet Muezzinoglu jî îro got, “Em ê 1ê Gulanê li Ankarayê li Tandoganê pîroz bikin”.
DİSK, KESK, TMMOB û TTByê pîrozbahiyên ku her sal li Taksîma Stenbolê pîroz dikirin par li Pazara Gel a Bakirkoyê pîroz kiribûn. (BK/FD)
* Fotograf: http://disk.org.tr