Parlamenteriya Can Atalay ê ji Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) hatiye hilbijartin bi biryara Meclisê hatibû betalkirin. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di biryara xwe ya têkildarî betalkirina parlamenteriya Atalay de gotibû ku, “tu hikmê wê biryarê nîne.
Bertekên têkildarî pêkneanîna biryara AYM’ê didomin. Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) û Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) têkildarî biryara AYM’ê daxuyaniya nivîskî dan û xwestin biryara AYMê were bi cih kirin.
Di daxuyaniyê de hat bîrxistin AYMê derbarê biryara betalkirina parlamenteriya Atalay de biryara “tu hikmê wê biryarê nîne.” daye û hat diyarkirin ku pêkanîna vê biryarê pêdiviyekî dewleta hiqûqê ye.
Dadgeha Destûrê: Tu hukmê biryara betalkirina parlamenteriya Atalay tune ye
Di daxuyaniyê de hat gotin ku biryarên AYM’ê yên derbara bicihkirina binpêkirina mafan zêde dikin de hatine dayîn, ji hêla desthilata siyasî ve nayên pêkanîn.
Em wek DÎSK, KESK, TMMOB û TTB ên bi Destûra Bingehîn û hilbijartinê hatine ser kar dibêjin ku divê ev bêhiqûqî bi dawî bibe û em bi bîr dixin ku biryarên hatine dayîn divê li gorî dewleta hiqûqê werin pêkanîn.”