Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî îstatîstîkên ku îro (10ê Çiriya Paşiyê) Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK) weşandiye, rêjeya bêkariyê ya ku derveyê demsalê ya sînordarkirî, di meha Îlonê de 0,3 puan zêde bûye û derketiye ji sedî 10,1an.
Li gorî daneyên fermî yên ku TUIKê parve kiriye, hejmara bêkaran di meha Îlonê de li gorî meha borî 120 hezar zêde bûye û derket 3 milyon û 482 hezar kesî.
Rêjeya bêkariyê di nav ciwanên salên wan di navbera 15-24 salî de li gorî meha borî 1,2 puan zêde bûye û derketiye ji sedî 19,6an. Rêjeya bêkariyê di vê komê de ji bo mêran ji sedî 16,5 û ji bo jinan jî ji sedî 25,4 e.
Li gorî daneyên fermî rêjeya bêkariyê ya welatiyên ku temenên wan 15 û berjortire ji bo mêran ji sedî 8,8 û ji bo jinan jî ji sedî 12,8 e.
Li gorî lêkolîna ku DÎSK-ARê li daneyên TÛÎKê girtiye, hejmara bêkariya berfirehkirî 7 milyon û 515 hezar kes e.
(SD/AY)