Biroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo ku miwekîlên wan bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin, serî li Dadweriya Bicihanîna Cezayan ya Bursayê dabûn. Serlêdana parêzeran bi hinceta ku dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê ya ji bo 3 mehan li Ocalanî hatiye birîn, nehatiye qebûlkirin.
Parêzerên Biroya Hiqûqê ya Sedsalê bi mebesta hevdîtina bi miwekîlên xwe Serokê PKKyê Abdullah Ocalanî û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaşî re bikin, di 22yê Mijdara sala 2021ê de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” serî li Dadweriya Bicihanîna Cezayan ya Bursayê dabûn. Dadweriyê di heman rojê de bersiva parêzeran dabû û derketibû holê ku du cezayên din ên qedexeya hevdîtinê li Ocalanî birîne. Dadweriyê ku serlêdana parêzeran red kiribû, sedema biryara xwe jî weke qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan nîşan dabû û derketibû holê ku ev biryar di 12ê Çiriya Pêşiyê de daye. Dadweriyê, sedema redkirina serlêdana ji bo hevdîtina bi malbatan re jî biryara Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Midûriyeta Girtîgeha Tîpa Fyê a Îmraliyê ya qedexeya hevdîtinê ya ji bo 3 mehan nîşan dabû.
Qedexeya hevdîtinê ya bi Ocalanî re li gorî biryarê diviyabû di 18ê Mijdara sala 2021ê de bi dawî bûbûya. Lê Serdozgeriya Komarî ya Bursayê bersiva serlêdana parêzeran nedaye.
Li gorî nûçeya Ferhat Çelîkî ya di MAyê de hatiye weşandin, parêzeran di 28ê Adarê de serî li Dadweriya Bicihanîna Înfazê ya Bursayê daye. Di serlêdanê de parêzeran xwestiye ku hemû astengiyên derhiqûqî yên li pêşiya hevdîtina malbatan a bi xizmên xwe re, bên rakirin û hevdîtin pêk werin.
Cezayekî din li Ocalanî birîne
Dadweriyê di 29ê Adarê de bersiva parêzeran daye û serlêdan red kiriye. Dadweriyê di bersiva xwe de destnîşan kiriye ku cezayekî disiplînê yê nû li Ocalanî birîne û lewma jî serlêdan wê neyê qebûlkirin.
Di biryara xwe de Dadweriyê gotiye: “Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Îmraliyê di 3yê Sibata 2022yê de ji bo hemû girtiyan, 3 mehan cezayê qedexeya hevdîtinê daye. Ev ceza di 21ê Sibatê de jî pesend bûye. Lewma daxwaza hemû serlêderan hatiye redkirin.”
Bi redkirina serlêdanê re, ji sala 2018ê heta niha ev dibe cara 10an ku bi hinceta cezayên disiplînê, daxwaza hevdîtinê ya malbatan tê redkirin.
Ji ber cezayên disiplînê û biryara Dadweriya Bicihanîna Cezayan ya Bursayê, parêzerên Biroya Hiqûqê ya Sedsalê îtîraz kiriye. (FD)