Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Biryara tehliyeyê ji bo Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatiye dayîn ku di wê dosyayê de ceza xwaribû. Lê ji ber ku Demîrtaş di dosyayeke din de girtî ye wê nikaribe serbest bibe.
Piştî paketa reforma darazê, 26em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara tehliyeyê ji bo Demîrtaşî daye ku bi tohmeta “propagandaya rêxistinê kiriye” 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Dadgehê her weha dadgehkirina Demîrtaşî ya di vê dosyayê de daye sekinandin.
Demîrtaş di doza esasî ya ku dihate dadgehkirin de hatibû tehliyekirin lê wê gavê jî ji ber ku di vê dosyayê de ceza lê hatibû birîn, serbest nemabû.
Dema pêvajoya dadgehkirinê ya vê dosyayê berdewam dikir, ji ber lêpirsîneke Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, 1em Dadweriya Silh û Cezayan a Enqereyê roja 20ê Îlonê biryareke din a girtinê jî bo Demîrtaşî derxistibû.
Demîrtaş ji ber ku niha di vê dosyayê de girtî ye wê nikaribe serbest bibe.
Neşet Gîrasûn, parezêrê Demîrtaşî bi van gotinan bertek nîşanî vê rewşê dabû:
“Dema di dosyaya ku Selahattîn Demîrtaş ji ber wê girtiye biryara tehliyeyê derdikeve, ji ber ku ceza lê hatiye birîn, nikare tehliye bibe, dema di wê dosyayê de biryara tehliyeyê derdikeve ku ceza ji ber wê xwariye, vê carê jî ji ber ku girtî ye, nikare tehliye bibe.”
Du caran hatibû tehliyekirin lê hîna jî di girtîgehê de ye
Daîreya Bilind a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) roja 18ê Îlonê, serlêdana Demîrtaşî nirxandibû lê hîna biryara xwe aşkere nekiriye.
Demîrtaş 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016ê hatibû desteserkirin û heman rojê hatibû girtin. Ew şandibûn girtîgeha Tîpa Fyê ya Edirneyê. Hîna jî li wir girtî ye. (AS/FD)