Koma Amed ku di salên 1990î de bi gotinên xwe yên siyasî, şêwaza muzîka resen û awazên xwe yên pirrengî bûbû dengê nifşekî, piştî gelek salên sirgûn, qedexe û zextan, xwe amade dike ku bigihîje hezkiriyên xwe. Koma Amed dê di Cotmehê de piştî 30 salan cara yekem li Amed konsertek bide.
Bi mazûvanîya Şarêdarîya Bajarê Mezin a Amedê û Şarêdarîya Navçeya Peyasê wê di 1ê Mijdarê de Koma Amed konserek bida. Dîroka konserê guherî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Daîreya Karên Civakî û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber sedemên ku ne di destê endamên komê de ne, dîroka konserê ji bo roja Şemiya 25ê Cotmehê hatiye diyarkirin.
Konser di saet 19.00an de wê li Parka Newrozê bê lidarxistin û dê konser belaş be.

Konsera Koma Amed wê di 1ê Mijdarê de li Amedê pêk bê
Derbarê Koma Amed de
Kom, sala 1988an ji aliyê xwendekarên Fakulteyên Tipê yên Zanîngehên Enqere û Hacettepeyê ve hat damezrandin.
Di nav endamên destpêkê yên komê de Evdilmelîk Şêxbekir, Gulşen Çetîn, Savaş Çakmak, Rohat Kutlay, Fikrî Kutlay, Mustafa Kart û Ahmet Kaya hebûn.
Albuma yekem sala 1990î bi navê "Kulîlka Azadî" derket û dengekî mezin veda.
Yek ji endamên destpêkê yên komê Evdilmelîk Şêxbekir, ji bo avakirina Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) jî kedeke mezin da.
Evdilmelîk Şêxbekir, Îlona 1991ê tevlî refên PKKyê bû û sala 1992yan jiyana xwe ji dest da.
Komê paşê bi beşdariya gelek hunermendên din xebatên xwe domand lê hinek endamên komê piştî albuma "Dergûş" a sala 1997an ji ber sedemên siyasî neçar man ku penaberî welatên Ewropayê bibin.
Albumên komê:
- Kulîlka Azadî (1990)
- Agir û Mirov (1995)
- Dergûş (1997-98)

