Dîroka Festîvala Xweza û Çandê ya Depê diyar bû
2emîn Festîvala Xweza û Çandê ya Depê dê di 1-2ê Tebaxê de bê lidarxistin.
Dîroka lidarxistina 2emîn Festîvala Xweza û Çandê ya Dep a Xarpêtê diyar bû.
Festîvala îsal dê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî, Pêşxistin û Çandê ya Gêxî-Dep-Azarpêrt-Xorxol-Çermê (KAYY-DER), Federasyona Komeleyên Depê (KAR-DEF) û Komeleya Depiyên Ewropayê (AV KARDEP) ve were lidarxistin.
Mihrîcan dê di 1-2ê Tebaxê de pêk bê.
Di çarçoveya mihricanê de panel, seminer, meş, konser û çalakiyên cur bi cur wê bên lidarxistin.
Festîvala Xweza û Çandê ya Depê wê dest pê bike
9 Tebax 2024
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.