Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Aktîvîsta LGBTI ya Amedê Dîren Coşkûn hatiye tehliye kirin. Coşkûn ji Tebaxa 2017an ve di girtîgehê de bû.
Dîren Coşkûn, roja duşema 14ê Tebaxa 2017an çûye dadgehê ku şifreya malpera fermî ya dewletê(E-Devlet) bistîne. Li wê derê bi mebesta cezaya wê hatiye pesendkirin hatiye girtin.
Rêvebiriya Girtîgeha Cûreyê Dyê ya Amedê ji ber Coşkûnê nexwestiye bi mêran re bimîne ew avêtibû hicreya yek kesî.
Piştre Coşkûn ji bo Girtîgeha Cûreyê Fyê ya Tekîrdagê hatiye şandin. Coşkûnê ji bo başkirina şert û mercên girtîgehê û jib o bi destxistina mafê zayendî dest bi gireva birçîbûnê ya mirinê kiriye. Herweha ji ber ku hinek daxwazên Coşkûnê hatibûn cî bi cî kirin, Coşkûnê di 21ê Sibata 2018an de girev ji bo demek rawestand.
Di 28ê Sibata 2018an de rêvebiriya girtîgehê daxwaza Coşkûnê ya ji bo tedawiyê qebûl kirin û Coşkûnê jî dawî bi grevê aniye. (EMK/AY/MB)
*Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.