Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Aktîvîsta ji LGBTyan, Dîren Coşkûn roja duşemê hat girtin. Keskesor-LGBTIya Amedê da zanîn ku ji ber Coşkûnê nexwestiye bi mêran re bimîne ew li hicreya yekkesane tê hiştin.
Dîren Coşkûn, 14ê Tebaxê çûye dadgehê ku şifreya malpera fermî ya dewletê(E-Devlet) bistîne. Li wê derê dema karmendan nasnameya wê kontrol kiriye jê re gotine dadgeha bilind cezayê ji bo wê tê xwestin erê kiriye.
Coşkûn bi tewana “endambûna rêxistinê” û “propagandaya ji bo rêxistinê” hat girtin û ji bo Girtîgeha Amedê ya Cûrreyê Dyê hat şandin.
Daxuyaniya Keskesorê
Keskesorê li ser hesabê xwe yê Medyaya Civakî daxuyanîyek belav kir.
Keskesorê diyar kir:
“Cendirmeyên ew ji bo girtîgehê birî bi gotinan û fizîkî destdirêjî û zimandirêjî li wê kirine. Xerdiyan û karmendên girtîgehê ji wê re dibêjin “Dîren Xanim” û ji wê re baş in. Ev yek moralê wê xweş dike.”
Coşkûn pêşiyê ji bo Girtîgeha Cûrreyê E-yê ya Amedê hat şandin. Birêvebiriya girtîgehê ew ji bo girtîgeha mêran a bi navê Girtîgeha Amedê ya Cûrreyê Dyê şand.
Ji ber ku Coşkûnê nexwestiye bi mêran re bimîne ew li hicreyekê bi tenê dimîne.
Pisîkên wê li nik hevalên wê ne
Du pisîkên Coşkûnê li nik hevalên wê ne. Pisîka nexweş tê dermankirin. Coşkûnê xwestibû ku bila hinek li pisîkên wê bipirsin.(EA/MB)