Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Asambleya Tenduristiyê ya Cîhanî, bilindtirîn dezgeha biryargirtinê ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) cara 74an li Cenêva Swîsreyê kom bûye.
Civîn di 24ê Gulanê de destpê kiriye û bi rêya vîdeo konferansê pêk hatiye. Di roja dawiyê de Tedros Adhanom Ghebreyesus, Dîrektorê Giştî yê WHOyê axiviye.
Ghebreyesusî gotiye ku ew ji bo peymaneke şewbê ya navnetewî nîqaş bikin kom bûne û wan biryar daye ku di 29ê Çiriya Paşiyê de civîneke taybet li dar bixin. Ghebreyesusî bang li welatan kiriye û ji wan xwestiye ku ji bo li dijî şewbên cîhanî amade bin û peymana navborî derkeve holê, bilez û bez dest bi guftûgoyan bikin. Dîrektorê Giştî her weha gotiye ku wê peyman têkiliyên di navbera welatên endam de xurt bike û hevkariyê zêdetir bike.
“Hê gelek kar hene ku em bikin”
Ghebreyesûsî ji bo peymanê diyar kiriye ku “dema wê hatiye” û wiha dewam kiriye: “Şewbê dersên mezin da me. Yek ji yên girîng jî ew bû ku dema xetere li ser tenduristiyê hebe, di xetere li ser her tiştî heye.”
Dîrektorê Giştî yê WHOyê di berdewamiyê de gotiye, “Hê gelek kar hene ku em bikin.”
“Di derzîkirineke bila edalet hebe”
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê Ghebreyesûsî behsa “derzîkireneke adilane” kiriye û wiha gotiye:
“Ez bang li hemû welatên endam dikim ku piştgiriyê bidin wan hedefên min roja duşemê behsa wan kirine. Li gorî van hedefan divê li seranserê cîhanê heta dawiya meha îlonê derzî li 10 ji sedê serhejmarê, heta dawiya salê jî li 30 ji sedê serhejmarê bixin.” (TP/FD)