Dilşa Kocakayaya ku beşdarî kampanyeya piştgiriyê ya Ozgur Gundemê bûbû û bûbû Berpirsa Nobedar a Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê, hate girtin.
Piştî kampanyayê doz li beşdarên kampanyayê vebûbû û sal û 3 meh cezayê girtîgehê li wan hatibû birîn. Dadgeha Bilind cezayê li Kocakayayê pesend kiribû.
Polîsan Kocakaya li Edîrneyê desteser kir û piştî biryara cezayê ku Dadgeha Bilind pesend kiriye, li rûyê wê hate xwendin, ew birin girtîgehê.
Çi bûbû?
8em Dadgeha Aştî û Cezayî ya Stenbolê di 16ê Tebaxa 2016an de rojnameya Ozgur Gundemê bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê dike” girtibû. Di biryarê de digel ku gotibû biryara girtinê “demkî ye” lê nehatibû diyarkirin bê ka wê heta kengî girtî bimîne.
Piştî girtina rojnameyê bi demeke kurd, polîsên tîmên taybet, girtibûn ser avahiya rojnameyê ya li Beyoglûyê. Polîsan li nasnameyên hin xebatkaran nêrîbû û ew serbest kiribûn lê 22 kes desteser kiribûn.
Rojnameger û medyakar sê rojan desteserkirî mabûn û bi îdiaya ku “heqaret li karmendên dewletê kirine” û “li ber karkirina karmendên dewletê bûne asteng” îdianame ji bo wan hatibû amadekirin.
Dadgehkirinê di 9ê Sibata 2018an de destpê kiribû. Rojnamegeran gotibû 7 saetan destên wan li paş wan kelemçekirî hatine rawestandin, dijûnên nîjadperest ji wan re gotine, gefa tecawizê li rojnamegerên jin xwarine. Di her danişînê de parêzeran daxwaza telefonên rojnamegeran kiribûn ku polîsan dest danîbûn ser wan. Dadgehê ji Midûriyeta Emniyetê ya Beyoglûyê û Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê re nivîs şandibûn lê nehatibû zanîn bê ka telefon li ku ne. (FD)