Dilrûba Kayserîoglûyê ji bo sansura Instagramê li Îzmîrê ji hevpeyvîneke li kolanê ya kanaleke YouTube re nêrîna xwe anîbû ziman û pişt re ji ber vê di 12ê Tebaxê de hatibû girtin. Kayserîoglû serbest bû.
Li gorî nûçeya Halk TVyê, malbata Kayseriliogluyê ku duh (29ê Tebaxê) derdora saet 21:00an de serbest bûbû, ji bo tehliyeya wê nehatine agahdarkirin.
Dadgehê, îdianameya têkildarî Dilruba Y. a ku ji ber hevpeyvîna li kolanê hat girtin, pejirand
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel têkildarî Dilrûba Kayserîoglûyê li ser hesabê medya civakî peyamek belav kir û weha got:
“Ez girîng dibînim ku Dilrûba gîhaştiye azadiya xwe; Lê tiştên ku qewimîn hem zerareke mezin da pergala me ya hiqûqî û hem jî ya demokrasiya me.”
Dilruba Kayserîoglûyê li ser pirsa têkildarî asteng kirina înstagramê weha gotibû “Eger em di nîveka sedsala 21an de rabin, dest ji sîstema parlamenteriyê berdin û hemû Komara Tirkiyeyê radestî yek zilamî bikin, ew ê jî wekî xana bavê xwe bikar bîne."
Her weha dozgeriyê ji bo Dilruba Kayserîoglûyê bi îdiaya ku “Kîn û dijminahî xistiye nava gel û piçûk xistiye(TCK 216)” sûcdar kiriye û ji salekê heta sê salan cezayê girtîgehê xwestibû.
(TY/AY)