Hejmara Çiriya Pêşiyê û ya Çiriya Paşiyê ya Kovara Dilopê derketiye. Dilopê di vê hejmarê de dosyayek li ser 50 saliya nivîskariya Mehmet Bayrakî amade kiriye.
Bayrakî, xebatên derbarê elewî-qizilbaşan de xebatan dike û bi dehan pirtûkên wî hene. Di dosyayê de Aydın Çûbûkçû, Faîk Bûlût, Erdogan Aydin, Selîm Temo û Nevzat Onaranî li ser wî û xebatên wî nivîsandine.
Di vê hejmarê de du hevpeyvîn di Kovarê de hatine weşandin. Faik Bûlûtî di hevpeyvîna xwe de gotegotên li ser çareserkirina kêşeya kurd rave kiriye. Prof. Dr. Hamît Bozarslanî jî ji bo vegotina qirkirina 37-38an a Dêrsimê nîqaşeke metadolojîk bi rê ve biriye.
Recep Maraşliyê nivîskarê berdewam ê kovarê, di vê hejmarê de hin nêzîkahiyên İsmail Beşikçi rexne kiriye, di warê têkiliya zimanan de îşaret bi hûrgiliyan kiriye.
Di vê hemara dilopê de Rohat Alakomî serpêhatiya Kubara Xudoya dengbêj a yek ji kurdên Sovyetê vegotiye, Yuksel Gençê jî meseleya penaberiyê di konteksta bajarên Kurdistanê de rave kiriye.
Weke her hejmarê, di vê hejmarê de jî helbest, makale, çîrok û şîroveya wêneyan hene. Yaqûb Kurmanc, Ferid Demirel, Fewzî Bîlge, Mesut Alp, Ayhan Erkmen, Diljen Felat, Zelal Sarı, Ozan Serhedî ew kes in ku nivîs, çîrok û helbestên wan hatine weşandin. (FD)