Çendek berê ji weşanên Lîsê romana 8an a Dilawer Zeraq derket. Wisa bi kela germ min xwest Şadorê bi dest bixim û bixwînim lê mixabin ev yek li hin pirtûkxaneyên Amedê zêde ne pêkane gelek caran. Vêce min jî berê xwe da cihê Weşanxaneya Lîsê ya li Ofîsê û romana Dilawer Zeraq a hê hilma germ li serê bû, weşanxaneyê stend. Di nav wê keftûlefta karê min î heyî jî di nava dû rojan de min Şadora gewr xwend. Yanî diyalogên di navbera lehengên romanê Besna û Rizgan de nahêl in ku mirov pirtûkê ji destê xwe derîne.
Piştî min roman kuta kir êdî hedana min nehat û min hewld da ku ez xwe bigihêjînim Dilawer Zeraq de ku li ser Şadorê çend pirsan pirsim. Jixwe piştî demeke kurt êdî gotûbêjên ji bo vê romanê jî pêşî li Farqîn û piştre li Mêrdîn, Amed û Êlihê hatin kirin. Ez jî piştî ku tev li ya Amedê bûm û xelas bû min pirsên xwe yên li ser Şadorê ji Dilawer Zeraq pirsîn.
Ka em ji navê romanê destpê bikin. Şador çi ye?
Pirsa di serê gelek kesan de… Ji bilî wan kesan ku heta salên 1990î li Farqînê li jîyanê xweş bûn. Şador, navê yek ji wan avên mezin e li Farqînê. Avên din, yek jê her kes pê dizane, strana wê jî heye, wekî nav; Kanîya Mezin e û ava din jî Kanîya Navîn e) Digel vê yekê, Şador, navê aşekî û navê texmeke (semt) li Farqînê ye ku li dora keleh û birca Zembîlfiroşê digere. Û ya herî hîmî û girîng; Şador, bîreke (hafizeyeke) neteweyî, çandî û dîrokî ya Farqînê ye.
"Di vêgotinên wêjeyî de divê şûn û şûngeh nebin cîyên dekoratîf"
Di nav her 8 romanên te de cihê Şadorê li kuye? Ji ber çi?
Di her roman û pirtûkên min ên kurteçîrokan de, Farqîn; wekî desthilat û nimînerê dawî ya hebûna Kurdan, wekî war û paytexta Dewleta Merwanîyan û wekî bîr û hafizeya civakî û ya kesaneyî ya xwebûna min, şûngeheke (mekanekî) hîmî û dîyarker e. Heta niha min navê tu berhemeke xwe ya wêjeyî, ev çend beloq û aşkere, ji van cî û şûngehan dananîbû. Sedema vê aşkerebûnê ew e ku ez gihîştime ser wê bîr û bawerîyê ku êdî divê ‘şûn û şûngeh’ nebin wekî cîyên dekoratîf yên di vegotinên wêjeyî de, berevajîya wê divê bibin yek ji dîyarkerên xwebûn û hebûna Kurdan ku roj bi roj tê xwestin; bîr û hafizeya Kurdan, digel wan şûn û şûngehan, ji navê were rakirin. Ma ne, Heskîf, yek ji wan bîr û hafizeyên dîrokî û hebûnê bû ku ji navê hat rakirin.
"Ez tenê evîn û hezkirina Besna û Rizgan vedibêjim"
Dema mirov bala xwe dide naveroka Şadorê hema bêje di gelek diyalogên di navbera Rizgan û Besnayê de hin peyv û têgeh hatine veçirandin. Qerekterên romanên te jî li ser meseleya peyv, têgeh ango meseleya ziman disekinin. Ma tu ji Besna û Rizgan çi dixwazî, evîna wan têra wan nake qey?
Ez gelek caran rastî pirsên wisa têm lê her carê jî naxwazim li ser romanê dahûranên parastinî bikim. Tenê bi awayekî gelemperî dikarim bêjim, têgih; têrwate ne û veçirandina ku tê kirin jî li ser wateyê ne, ziman tenê navgîn e ji bo vê çalakîya veçirandinê. Herçî evîna Besna û Rizgan e, ez wekî vebêj-nivîskarekî tenê evîn û hezkirina wan vedibêjim. Bila kesên ku dixwînin biryar û bersivê bidin ka îcar Besna û Rizgan çi dixwazin ji evîn û hezkirina xwe, derd û kula wan çi ye û hezkirina wan li çi û di nav kîjan asêtîyan de hatiye asêkirin.
Yek ji aliyê Şadorê yê herî girîng nîqaşên li ser Zembîlfiroş-Xatûnê û Mem-Zînê ne. Heta tê cihekî wulo ji ber ku Rizgan li civatekê behsa pasîfbûna Memo dike rastî tundiyê jî tê?
Ew beşa tu çêl jê dikî, hinekî deqbendî (kontekstî) ye ku pêwîst e xwendevan li ser encamên wan gengeşîyên lêşîyarkirinê dahûranê bike bi xwe re.
Li bakur rexnegirîya wêjeya Kurdî…
Rizgan ji serê pirtûkê heta binê wê ji mêrbûna xwe hêrs dibe û bi mêrbûna xwe re di nav şerekî de ye. Ev yek hem dema qala bîranînên 12 saliya xwe dike hem jî di gelek gotinên mîna ‘Mêrbûn dara şikestiye’ de û di soxbetên xwe yên bi Besnayê re jî derkeve holê. Lê Rizgan di gotinê de her çiqas ji mêrbûna xwe hêrs bibe jî yê zana, yê her tim diaxive, analîz dike, difikire tenê ew e. Besna jî tenê evîndara Rizgan e û qerektereke pasîf e. Gelo ev tişt ne nakokiyek e?
Wekî nivîskarê romana bi navê Şador, wekî rexnegirekî ku li ser berhemên wêjeyî analîz û dahûranên akademîk dikim û dinivîsim, dikarim bêjim; ger hebe nakokîyek di pirtûkê de, pêwîst e rexnegirek digel jihevverestin û jihevveçirandina hêman, naverok û honakên romanê, wê nakokîyê peyde bike û bi awayekî dahûranî dayne rastê. Lê sed korayî, li bakur, rexnegirîya wêjeya Kurdî, tenê li ser hin “pêhisîn û nasyarîya meseleyê” dimîne û ev yek jî dike ku ji nivîskaran bê xwestin da ku nivîskar bi xwe, li ser navê kesan û li ser navê xwendevanan, “nakokîyên ku kesan li ba xwe dîyar kirine” bêje. Ez hêvî dikim, rexnegir an jî xwînerên lixwendinêşîyar ên ku pirtûkên min ên din xwendine û hay ji naverok û deqbendên (kontekstên) wan hene, karibin çend gotinan binivîsin û hevpêwendîya wan naverok û deqbendan aşkere bikin û daynin ser sifreya wêjeya Kurdî da ku êdî nivîskar ji bêgavî ranebin parastina pirtûkên xwe nekin. Her berhem di deqbenda xwe de xweyî “taybetîyeke xwerengî” ye. Ji bo ku em, der barê berhemê de, fikirên ne di cî de û şûnnegirtî li ba xwe çênekin, pêwîst e em bi deqbendên dorfireh romanê qebûl bikin û digel sedem, pêdeçûn û hevpêwendîyên di honaka romanê de heyî, li ser naveroka wê bifikirin û bi taybetî jî; xwe ji du şêweyên famkirinê yên wekî “der heqê … de” û “behskirina ji tiştekî” dûr bixin… Loma jî, ez xemgîn im ku tu yê bi saya peyvên min negihîjî wê bersivê ka ew gotin-dahka ku tu dikî, ‘nakokî’ ye an jî ‘ne nakokî’ ye.
Xwînerên Şadorê
Li gelek bajarên wek Farqîn, Mêrdîn, Êlih, Amed gotûbêjên li ser danasîna romana Şador jî çêbûn. Te eleqeya xwîneran a ji bo vê romanê çawa dît?
Xwînerên li cîyên wekî Farqîn, Qoser, Batman û Amedê, yên ku beşdarî li wan gotûbêjan kir, xwînerên jîr û zana bûn ku ez hêvî dikim siberojê, hin ji wan karibin xwe bigihînin asta rexnegirîya dahûrîner, pêşîlêveker û avakar da ku nivîskarên wêjeya Kurdî xweşikî bizanibin ka serê wan ser kîjan balîfê ye.
(WT/FD)