Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di yek ji mezintirîn festîwalên filman ên li seran serê cîhanê de, di Festîwala IDFAyê de promîyera belgefîlma Dil Leylayê hat kirin.
Mijara belgefîlma Dil Leylayê, jiyana Leyla Îmretê ye ku ew şaredara Cizîra Botan bû, ji karî hat derêxistin û hat girtin.
Derhênera belgefîlmê, Asli Ozaslan e.
Piştî nîşandana fîlma 72 deqîqeyî bîneran bi dengê gurr çepik lê dan. Ev yek nîşan dike di Tirkiyeya di rojeva dinyayê de divê demildest biguhere.
Leyla Îmret
Leyla Îmret di sala 2014ê de li ser lîsteya BDPyê wek şaredara Cizîra Botan hat hilbijartin. Ew bû yekem şaredara jin a navçeyê.
Îmreta ku ji ber gotinên wê di medyayê de hat guhertin bû armanca [êrîşan] di sala 1987ê de li Cizîra Botan hatiye dinyayê, demekê li Almanyayê jiyaye.
Piştî nîşandana fîlmê yek ji bîneran da zanîn ku fîlm ji bo nîşandana kiriyarên nedemokratîk ên li Tirkiyeyê gelek giring e.
Fîlm dê li bajarê Amsterdamê di 21ê Çiriya Paşiyê de, siet 18.00 li Tuschinskiyê, di 23yê Çiriya Paşiyê de, siet 17.30ê li Podium Mozaikê, di 26ê Çiriya Paşiyê de, siet 19.00 li Tuschinskiyê bê nîşanda. (MT/NV/MB)