Îsal kiloya penêrê bi kezî yê Amedê bi 200 TLyî ye. Par bi 75 TLyî bû. Esnafên Sûka Penêr a Amedê, ji ber vê rewşê, nikarin penêrên xwe bifiroşin. Ew dibêjin, ger ev rewş bi vî rengî dewam bike, wê nikaribin vî karî bikin: “Kêm maye ku ev dîrok tune bibe.”
Sûka Penêr li navçeya dîrokî ya Sûra Amedê ye. Yek ji cihan e ku penêr û tiştên din ên bi şîr çêdibin lê tê firotin. Lê ev çend sal e ji ber qeyrana aborî ev sûk demek dirêje rojên gelek zehmet dijî.
Sûk di sala 1993an de vebûye û tê da 81 dikan hene. Lê hejmara dikanên vekirî, her ku diçe kêm dibe û niha tenê li 25 dikanan penêr tê firotin.
Esnafên sûkê ji ber vê rewşê bi gilî û gazindin. Wan diyar kir ew herî zêde penêrê bi kezî difiroşin lê jî ber çend meha carek buhayên wê zêde dibe, êdî kêm kes dikarin bikirin û ev yek jî bandora neyînî li ser qezenca wan dike.
"Ti demê ewqas zehmet nebû"
Yek ji esnafên sûkê Mehmet Akgunî diyar kir ku ew 25 sal e li vir e: "Bi qasî vê demê ez zehmetiyan dibinim, min ti demeke din nedîtibû. Buhayê penêrên kevnar ê Amedê yê bi kezî û salamura, her ku diçe ji ber buhabûna mazot, êm û şîr, zêde dibe. Ev yek jî dihêle em kêmtir bifiroşin."
"Sedema vê yekê hikûmet e"
Dikana Berzan Farisoglûyî jî li Sûkê ye. Farisoglûyî diyar kir ku ew jî ji vê rewşê gelek acize: "Kêm maye ku ez dest jî vî karî berdim. Penêrê bi kezî ku du sal berê min bi 30 TLyê difirot niha bi 200 TLyî difiroşim. Jî ber wê jî yên dikirin her roj kêmtir dibin. Em ê çi xweliyê li serê xwe bikin nizanim. Sedema vê yekê hikûmet e. Polîtîkayên şaş dimeşandin. Em anîn çi rewşê."
"Ew ê dîrokek tune bibe"
Esnafê bi navê Nevzat Tekîn jî da zanîn ku ew jî 30 sal e li vir e: "Firotin kêm e. Kes wek berê zêde nayê penêr ji me nastîne. Em li ber mirinê ne. 81 dikan li vir heye, lê niha tenê 25 dikan dixebitin. Eger bi vî awayî bidome em ê jî deriyê dikana xwe bi temamî bigirin û ew ê dîrokek tune bibe." (GO/FD)