Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” têne dadkirin.
Li 36em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê (DCG) ji Zanîngeha Mîmar Sînanî Prof. Dr. Ayşe Berkman û ji Zanîngeha Bîlgiyê dersdar Chris Stephensonî beraet kiriye.
Dîsa li 32yem DCGyê ji Zanîngeha Îstanbûl Teknîkê Doç. Dr. Ahmet Atil Aşici û ji Zanîngeha Yildiz Teknîkê lêkolîner Gulay Kiliçaslanê jî beraet kiriye.
Dozgerî daxwaza cezakirinê kiriye
Ji Zanîngeha Duzceyê Alk. Doç. Dr. Latîfe Akyuz jî li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatiye dadgehkirin. Akyuz bi rêya Sîstema Dîmen û Deng (SEGBİS) beşdarî dadgehkirinê bûye. Parêzer Merîç Eyûboglûyê biryara Dadgeha Destûrî bibîr xistiye û xwestiye ku heyeta dadgehê biryara beraetê bide.
Dozgerê Dadgeha Cezayê Giran a Duzceyê îdia kiriye ku nabe çalakiyê “li gorî azadiya xweîfadekirinê” binirxînin û xwestiye ku li gorî Xala 7/2yê ya Qanûna Dijterorê (TMK) bê cezakirin.
Heyeta dadgehê li gorî biryara Dadgeha Destûrî tevgeriya ye û biryara beraetê daye.
Li 13em DCGyê ji Zanîngeha ODTUyê Doç. Dr. M. K. B cara pêşiyê ye ku derketiye pêşberî heyeta dadgehê.
Parêzer Duygu Taşdemîrê xwestiye ku biryara beraetê derkeve û biryara qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê were rakirin.
Dozgerî gotiye ku ew ji bo demekê hatiye wezîfedarkirin û ji bo nêrîna xwe ya dawî pêşkêş bike bila dadgehkirin taloq bibe.
Heyeta dadgehê daxwaza rakirina biryara qedexeyê qebûl kiriye û dadgehkirin ji bo 30ê Çiriya Pêşiyê taloq kiriye.
Du dadgehkirinên din hatine taloqkirin
Li 37em DCGyê ji Zanîngeha Şehîrê Prof. Dr. Mesût Yegen û ji Zanîngeha Mîmar Sînarê Prof. Dr. Mûrat Cemal Yalçintan hatine dadgehkirin.
Li ser daxwaza dozgerî ji bo amadekirina nêrîna dawî, doz hatine taloqkirin. Dadgehkirin wê 5ê Çiriya Paşiyê berdewam bike.
Li 26em DCGyê 27, li 22yem DCGyê 23 akademîsyenan beraet kiriye
Li 26em DCGyê 27, li 22yem DCGyê jî ji bo 23 akademîsyenan, bêyî ku ew beşdarî danişînê bibin biryar hatiye dayîn. Li gorî van biryaran bi giştî 50 akademîsyenan beraet kiriye.
Li gorî vê encamê li Amedê 3, li Stenbolê 101 û li Îzmîrê jî 2 akademîsyenan beraet kiriye. Li ser hev 106 akademîsyenan ji 2yê Îlona 2019ê heta niha beraet kiriye.
Akademîsyenên ku li 22yem DCGyê dihatin dadgehkirin û beraet kirine ev in:
Ferda Keskin (Bilgi), Barış Pembeci (Muğla), Pınar Önen (Okan), Özlem Özkan (Kocaeli), Derya Keskin (Kocaeli), Alaattin Şenel (Ankara), Hale Bolak Boratav (Bilgi), Ayşe Bilge Yağmurlu (Koç), Burak Onaran (MSGSÜ), Bahtiyar Mermertaş (MSGSÜ), Nur Serap Özer (TED), H. Neşe Özgen (MSGSÜ), Alev Özkazanç (Ankara), Demet İslambay (ODTÜ), Hülya Doğan (Bartın), Yusuf Çağlar Güven (ODTÜ), Handan Çağlayan (Ankara), Özge Yaka (FMSH Paris), Eren Can (Artuklu), Mehmet Barış Gümüşbaş (Hacettepe), Umut Tümay Arslan (MSGSÜ), Ercan Şen (Ankara), Ayşe Parla (Sabancı).
Akademîsyenên ku li 26em DCGyê dihatin dadgehkirin û beraet kirine ev in:
Eylem Çamuroğlu Çığ (Mersin), Meral Gürbüz (Anadolu), Murat Emeksiz (Anadolu), Ali Turgay Kurultay (Yaşar), Bülent Duru (Ankara), Zeynep Ülker Kaşlı Koolschijn (Washington Univ), Nergiz Kardaş İşler (Hacettepe), Görkem Akgöz (Hacettepe), Akın Tek (Şehir), Özgecan Korkmaz (Michigan), Halil İbrahim Yenigün (Ticaret), Mahinur Akkaya (ODTÜ), Gürsan Şenalp (Atılım), Zeliha Hacımuratlar (Özyeğin), Eylem Özdemir (İÜ), Didem Pekün (Koç), Adil Emre Zeytinoğlu (MSGSÜ), Tuğçe Erçetin (Bilgi), Zeynep Altok (Bilgi), Derya Fırat Şannan (MSGSÜ), Güventürk Görgülü (Bilgi), Berrak Karahoda (Bilgi), Nermin Saybaşılı (MSGSÜ), Orkun Doğan (Bilgi), Engin Kılıç (Sabancı), Osman Cengiz Aktar (Süleyman Şah), Düzgün Uğur (Dicle).
Akademîsyenên Aştîxwaz
10ê Çileya Paşîn a 2016ê, "Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz" (BAK) danezana "Em ê nebin şirîkên vî sûcî" îmze kiribûn. Danezan bi îmzeya 1128 akademîsyenan hatibû weşandin. Paşê jimara beşdaran bûbû 2212. Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandmeha rêxistinê” doz li akademîsyenan vekiribû. Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 8ê Sibata 2019ê 473 akademîsyen hatine dadkirin. Her yek ji 87 akademisyenan salek û 3 meh; her yek ji 3 akademisyenan salek û 6 meh; akademisyenekê/î 2 sal 3 meh; her yek ji 2 akademisyenan 2 sal û 6 meh; akademisyenekî/ê 2 sal û mehek; akademisyenekî/ê 3 sal cezayê girtinê standiye. Bi vî awayî doza li ser 96 akademisyenan temam bûye û hemiyan cezayê girtinê standiye. Heta niho 11 akademîsyenan "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" qebûl nekiriye. Ji bo 7 akademîsyenan salek 3 meh, ji bo akademîsyenekî/ê salek û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 2 sal û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 3 sal cezayê mehkûmiyê hatiye dayin. Ji bo akademîsyenekî/ê biryar hêj nehatiye eşkerekirin.
Dadgeha Cezayên Giran a 36. cezayê wan kesên HAGB nexwestîn kêm kir û 2 salan bi şertê kontrolkirinê cezayê akademîsyenan bi paş de da. Dadgeha Cezayên Giran a 32. Ji bo wan kesan ceza kêm kir lê dema cezadanê bi paş de neda. Dadgeha Cezayên Giran a 37. Hem ceza kêm nekir hem jî bi paş de neda. Pirsa HAGByê ji sê akademîsyenan nehat kirin. Yek ji akademîsyenên HAGB jê nehatî pirsin salek û 6 meh, yekî/ê salek û 3 meh, yekî/ê 2 sal û 3 meh cezayê girtinê standiye. Akademîsyenên ku ji 2 salan zêdetir ceza xwariye û dema cezayî nehatiye paşdedan dêli benda biryara îstinafê bimînin. Îstinaf dê biryarê pesend bike an jî betal bike. Heke pesend bike akademisyen dê biçin girtîgehan. 10 Adara 2016ê Alk. Doç. Dr. Esra Mungan, Alk. Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Yrd. Doç. Dr. Meral Camcı (31ê Adara 2016ê) di kongreyeka rojnamegeran de danezan xwend. Ew bi Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê(TMK 7/2) bi sûcê “propagandaya ji bo teröre hatin girtin. 22yê Nîsana 2016ê serbest bûn. Bi daxwaza dozgerî Wezareta Dadê destur da ku akademisyen bi sûcê “Sivikkirina(şikênandina qedrê) Gelê tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên wê - TCK 301.” bene dadkirin. Dadkirina wan didome.
Dadgeha Qanûna Bingehîn di 26ê Tîrmeha 2019ê de biryar dabû ku mafê akademîsyenên aştîxwaz hatiye binpêkirin. (TP/FD)