Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglû ku di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Enqereye de hatibû kirin û girtin, ji bo ‘Xelata Rojnamevaniyê ya Herî Berxwedêr’ a ku ji aliyê Free Press Unlimited ve tê amadekirin, namzet hat nîşandan.
Bi Muftuoglû re ji Ekvadorê Andersson Boscan û ji Nîjeryayê Phîlîp Obajî ji bo heman xelatê namzet hatin nîşandan.
Xelat dê ji aliyê juriyê ve di 24ê Çiriya Pêşiyê de were aşkerekirin. Xelat dê di 31ê heman mehê de de li bajarê Lahey ê Holandayê di dema aktîvîteyeke zindî de dê bên dayîn.
Di hefteya pêşiya me de wê li ser hesabên medyaya dîjîtal ên Free Press Unlimitedê û sîteya wê de danasîna rojnamevanên ku ji bo xelatê namzet hatine nîşandan cih bigire.
(HA/AY)