Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Tirkiyeyê ji salên 1990î heta niha nêzîkî 40 rojnameger qetilkirine an go hatine kuştin. Sûcên li dijî rojnamegeran tên kirin bêceza tên hîştîn. Ev jî bûye pirsgirêkek berbelav û didom e.
29 sal (20ê Îlona 1992) li ser kuştina Apê Mûsa (Mûsa Anter) ku li Amedê li nava kolanê hatibû qetilkirin derbas bûye. Ji bo rojnamegerê ku ji aliyê JÎTEMê ve hat qetilkirin 29 sal in edalet pêk nehatiye.
Di doza ku li piştî 20 salan ji nû ve destpê kiriye de ti bersûcek jî nîne. Tekane girtiyê dozê, tetîkêş Hamît Yildirimî bû. Ew jî di sala 2012an de ket girtîgehê û di Hezîrana 2017an de bi şertê kontrola edlî ji girtîgehê derket.
Dîcle Anter, kurê Mûsa Anter destnîşan kir ku pêş her tiştî bêencam mayîna dozê heta îro dide nişandan ku daraz di bin bandora siyasete de ye û metirsiya bihurandina dema dosyeyê heye.
Dîcle Anter pêş danişînê axivî û got, “Di Îlona 2022an de wate di 30emîn salvegera kuştina bavê min de wê dema dosyeyê derbas bibe. Tevahî delîl û her tişt li holê ye. Lêbelê ji aliyê hiqûqî ve ji ber pirsgirêkên welat di dosyeyê de pêşkevtin çênabe.”
“Doz ji nû ve bûye weke berê”
Anterî derbarê doza bavê xwe de got, “Li Tirkiyeyê her kes rewşa hiqûqê dizan e.”
"Îfadeyên şahidan, serpêhatiyên wan... Di dosyayê de bizêdeyî dane hene. Lê nirxandina van daneyan bi ti awayî nayê kirin, nagirin nava çarçoveya hiqûqê. Weke mînak îfadeyên hin kesên ku weke tetikêşê JÎTEMê Abdulkadîr Ayganî nehatine girtin. Li Swêdê dijî, her kes navnîşana wî dizane, lê bi ti awayî îfadeya wî nayê girtin.
"An jî rayedarên herî bibandor ên wê demê yên weke Mehmet Agar, Velî Kuçuk û Korkût Eken, dema li karên wan tê diaxivin, dema karê li karên wan nayê naaxivin.”
“Kesekî din jî got ku wan Yeşîl li nexweşxaneyê dîtiye. Lê em nizanin bê ka lêkolîn tên kirin nayên kirin, sax e yan miriye.Wate hêza me nîne ku em wî bişopînin. Bizanibe bizanibe Mehmet Agar dizane, Korkût Eken dizane, Mehmet Eymur dizane, îstîxbarat dizane, Hakan Fîdan dizane, Wezîrê Karên Navxweyî dizane.”
"Ma ji bo dewletê gelekî zihmete ku ‘Yeşîl’î derxe hole?"
"Heke ev kesana neaxivin jî divê were lêkolînkirin. Ew dibêjin amûrên herî teknîk, herî baş yên cîhanê bi me re ne. Me bi firokeyên bê mirov(IHA û SIHA) qonaxeke nû vekir, em vê dikin û wê dikin. Van tiştan dibêjin, lê bila wê demê Yeşîl jî derxin holê. Ma ji bo dewletê gelekî zihmete derxe hole ku ‘Yeşîl’î sax e an miriye.”
"Li Tirkiyeyê pergalek heye. Pergaleke ku ji rabirdûyê te. Di salên dawî de di panelekê de ez û Ozgur Mumcu û Orhan Dînk em hatin gel hev. Fikra Ozgur Mumcu diyar e, Orhan Dînk Ermenî ye û ez jî Kurd im, lê aliyekî me yê hevbeş heye. Xizmên me yên ji aliyê tetikêşên dewletê ve hatine kuştin hene. Ev pirsgirêkeke pergalê ye. Ev sîstem ji Mûstafa Sûphî û vir ve dewam dike. Sîstemeke ku li dijî mirovên çepgir, hinekî demokrat e. Ev sîstem her tim li dijî mirovên ku li dijî sîstema Tirkiyeyê derdikevin, xebitiye. Di dema nêz de mînaka Tahir Elçî ye. Ma diyar nîne ku kê ew kuştiye? Diyar e. Lê dîsa jî weke faîlê wî nediyar maye.
Erol Onderoglû, Raportorê Azadiya Medyayê yê bîanetê û Nûnerê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas(RSF) têkildarî gefa bihurandina dema dosyeyê axivî û weha got:
“Pêkanîna edaleta rasteqîn bi awayekî ku ji bandora sîyasetê dûr ji bo dadgeriya Tirkiyeyê her tim bûye xeyal.”
(HA/AY)