Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Gulizar Biçer Karaca, Alîkara Serokê Giştî ya Partiya Gelî ya Komarî (CHP) ya ji Mafên Xwezayê berpirs li Tirkiyeyê dibe ku hemû gol bimiçiqin.
Karacayê gotiye ku pirsgirêkên di cihên avî de li cîhanê hene, li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên şaş ên derbarê avê de dihêle ev pirsgirêk mezintir û xirabtir bin. Karacayê diyar kiriye ku 59 gol li ber zihabûnê ne.
Li gor rapora Karacayê 7 gol di rewşeke gelekî xirab de ne û dibe ku çare ji wan re neyê dîtin, 8 gol jî ji ber projeyên hatine plankirin an jî polîtîkayên şaş ên derbarê avê de dibe ziha bibin.
Raporê diyar kiriye ku di serî de xebatên endüstriyel, baraj, santralên hîdroelektrîkê, polîtîka û bikaranîna şaş a erdên çandiniyê û hin sedemên din dihêle gol ziha bibin.
Raporê Gola Eğirdirê, Kovada, Burdur, Beyşehir, Akşehîrê di serî de behsa rewşa 59 neh golan kiriye. (TP/FD)