Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îsmînaz Temel, nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) dê sibê (29ê Çiriya Paşiyê) cara 2emîn li 27emîn Dadgeha Cezaya Girana Stenbolê derkeve pêşberî dadwer.
Temel, ji Çiriya Pêşi (Cotmeh) ya 2017an heta niha li Girtîgeha Jinan a Tîpa L ya Bakirkoyê girtî ye. Di danişîna xwe ya yekem a 16 Tîrmeha 2018an de, nehatibû tehliyekirin. Temel beriya danişîna xwe ji bianetê re nameyek dişîne û balê dikşîne ser şert û mercên girtîgehê. Temel di banga xwe de dibêje, “Dibê em dengên xwe zêdetir bilind bikin, ji rojnamegerên girtî re azadî”.
Bixwîne - "Berdêla rastiyan ji rojnamegeran tê xwestin"
Nameya Temelê bi kurtayî weha ye:
“13 meh ji bo jiyana meriv, him demeke dirêj e him jî demeke kurt e. Di heman demê de girtîbûn û ji azadiyê bê par mayîn ji bo vê demê wateyeke din bi xwe re dihîne. Hûn tên girtin û di nav çar dîwaran de jiyanekê li te ferz dikin. Ji ber şêwazê jiyan û îdealên me dixwazin me cezakirina bikin.
Lê em girtina bî vî rengî qebûl nakin û em ê vê dîlgirtinê bikin “dîlgirtineke azad” û bi her awayî tijî bijîn. Em ê wekî girtiyên azad bijîn. Em bi vî awayî hedefên wan vala derdixînin.
Girtin û girtîgeh zihmete. Lê jiyana ku li vir de tê afirandin wan zihmetiyan bêwate dike û xweşiyeke din derdixe holê. Jiyana ku di vir de sebirkirin, têgîştin, fêrbûn û pirsiyarkirinê dide fêrkirin û dihêle ku tu bi çavekî din li jiyanê binêrî.
Di girtîgehê meriv bêriya bêhna derya yê, pêlêkirina axê û gerandina bi hezkiriyên xwe re dikin. Girtîgeh qîmeta azadiyê careke din bi te dide hîskirin.” (EMK/AY/FD)
*Abdulselam Yildirim ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.