Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Îranê ji 28ê Kanûna Pêşiyê ve welatî xwe nîşan didin. Di xwenîşandanan de polîsek miriye, bi vê yekê hejmara kuştiyan bûye 13.
Hejmara wan kesên di xwenîşandanan de hatîn kuştin ne zelal e. Ji çavkaniyên medyayê hejmarên cida têne weşandin.
Li gor nûçeya Ajansa Cemiyeta Rojnamegerên Ciwan(YJC) li Necef Abadê bi tifengeka nêçîrê çar polîs hatine birîndarkirin û yek ji birîndaran miriye.
Duhî televizyona fermî ya Îranê ragihandibû ku di xwenîşandanan de 10 kes mirine. Piştî daxuyaniyê heman televizyonê ragihandibû du kesên dî jî mirine.
Bêdengiya Xamaneyî
Ji destpêka xwenîşandanan heta niho rêberê dînî yê Îranê Ayetullah Xamaney neaxiviye. Tê çaverêkirin ku ew biaxive.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) Donald Trumpî li ser hesabê xwe yê Twitterê da zanîn ku li Îranê dema guherînê hatiye.
(HK/MB)
Wêne: Ajansa Anadolûyê