Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
RêzeWebînara bi navê “Di Weşangeriya Kurdî de Kovargerî” wê bi webînara “Kovar û kovargeriya jinan ên kurdan” dewam bike.
Nagehan Akarsel, edîtora kovara Jineolojiyê wê bi moderatoriya Kibriye Evrenê behsa wan kovarên kurdan bike ku jinan derxistine.
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet, Atolye BIA û Enstîtuya Zanê bi hev re vê bernameyê li dar dixin ku yekem bernameya wê roja 3yê Adarê bi beşdariya Serdar Ayî û moderatoriyâ Adnan Çelîkî dest pê kiribû. Di bernameya duyan de Tahîr Baykûşakî behsa Rojî Kurdê, yekem kovara kurdan û di ya sêyan de jî Ronayî Onenê behsa kovara Hawarê kiribû. Mijara bernameya çaran “Di dema Şerê Sar de li Ewropayê têkoşîna Kurdan û Kovargeriya Kurdî” de bû ku Adnan Çelîk axiver û Derya Aydin jî moderator bû. Di bernameya pêncan de Engin Sustam behsa şert û mercên salên 1990î û ew kovarên di wan salan de hatine weşandin bi taybet jî behsa kovara Rewşenê kiribû. Di roja 14ê Nîsanê de Suleyman Çevîk, edîtorê kovara Nûbiharê bi moderatoriya Ferid Demirelî behsa kovara Nûbiharê kiribû. Di 21ê Nîsanê de jî rojnameger Gunay Aslanî bi moderatoriya Ferid Demirelî behsa nûçegihaniya kovaran kiribû.
Bernameya nehan a Rêzewebînarê wê 28ê Nîsanê roja çarşemê saet di 19.00ê li ser Zoomê û di heman demê de li ser hesabê YouTube-ê yê bianetê were weşandin.
Zimanê bernameyê wê bi tirkî be.
Ji bo forma beşdariyê bitikîne
Derbarê Kovargeriya Jinan de
Jinên kurd ji destpêka sala 20an ve dest bi karê nivîsan kirine. Jinên kurd jî di kovara Kadinlar Dunyasi de nivîsandine ku ev kovar di serdema Împaratoriya Osmaniyan de derdiket û hemû kêmnetew û nasnameyên olî di nava wê de cihên xwe digirtin. Ev kovar di sala 1913ê de derketiye û weşana wê heta 1921ê dewam kiriye. Jinên kurd ên ku weke avakar û nivîskar di vê kovarê de cih girtine, di sala 1918ê de dest pê kirine ku di kovara Jînê de nivîsandine. Ev kovar weke organa Komeleya Jinan a Kurt Tealiyê bû. Lê ev kovar bi tenê du hejmaran çap bûye. Di navbera salên 1932 û 1950yî de jinan di çapemeniya kurdan de him weke rêveber him jî weke nivîskaran cih girtiye. Di salên 1980yî de nakokiya netew, çîn û zayendê hewl dane bi têkoşîn û birêxistinbûnê çareser bikin û her weha xebatên kovaran kirine.
Di salên 1990î de weşanên feminîst ên pirsgirêkên jinan kirine navend, çap bûne. Dema mirov bi çavekî giştî lê dinêre, di navbera salên 1950 û 2018ê de li çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê jinan zêdetir ji 100 kovar, rojname, ajans û malperên nûçeyan ava kirine. û bi vî awayî di medyayê de bûne xwedî îrade. Ihtimale ku ev hejmar zêdetir be.
Derbarê Nagihan Akarselê de
Rojnameger, lêkolîner, nivîskar. Li Canbegiya Konyayê ji dayik bûye. Beşa Rojnamegeriyê ya Fakulteya Ragihandinê li Zanîngeha Gaziyê qedandiye. Paşê li Beşa Xebatên Jinan a Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Enqereyê salekê master kiriye. Endama International Federation Of Journalist (IFJ), Komeleya Rojnamegeran a Tirkiyeyê, Komeleya Rojnamegerên Hemdem û Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê ye. Li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê weke nûçegihan û edîtor xebitiye. Li rojnameya Ozgur Gundem û ya Gunlukê quncik nivîsandiye. Li rojnameya Yeni Ozgur Politikayê hîna jhi quncikan dinivîsîne. Di avakirina kovara Ozgur Kadinê de cih girtiye. Di kovarên Demokratîk Modernîte û Jîneolojiyê de nivîsên wê hatine weşandin. Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê ye. Di bin banê Akademiya Jineolojiyê de lêkolînên xwe dewam dike
Derbarê Kibriye Evrenê de
Di sala 1976ê de li Kanîreşa Çewligê ji dayik bûye. Perwerdeya wê li Stenbolê destpê kiriye û li Zanîngeha Cumhuriyetê ya Sêwasê temam bûye. Li Jinha, Sûjin û Jinnewsê weke nûçegihan kar kiriye. Hîna jî yek ji edîtorên Jinnewsê ye.
(FD/