Mehmet Akarca 4 sal in serokê Dadgeha Bilind e. Ji ber dema wezîfeya 4 salan a Akarca bidawî bû di 25ê Adarê de ji bo serokatiya nû hilbijartin hat kirin. Ji ber ku piraniya dengan nayê bidestxistin, hilbijartin di tûra 27em a dengdanê de didome.
Di 25 tûrên destpêkê yên dengdanê de ti namzetan ji dengên 348 endaman herî kêm 175 deng nestand. Ji bo serokê nû bê hilbijartin divê ji 348 dengan herî kêm 175an bidest bixe.
Di tûra 26emîn a ku îro hat kirin de Serokê Dadgeha Bilind Akarca 101, Serokê 3yemîn Daîreya Hiqûqê Omer Kerkez 109, Serokê 3emîn Daîreya Cezê Muhsîn Şenturk jî 99 deng bidest xist.
Di hilbijartinan de 318 deng hatin tomarkirin û 10 deng jî betal bûn.
(RT/AY)